Ji KCD'ê bang: Ji bo daxwazên girtiyan hestiyar bin

AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî da û wiha got: "KCD diyar dike ku daxwazên girtiyan daxwazên gelên me ne. Li ser vê bingehê ji bo ev daxwazên grevên birçîbûnê yên ku roj bi tevlibûnên nû mezin dibe bi cih werin em bang li gelê xwe, sazî dezgehên naveteweyî, CPT, parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi hestyarî tevbigerin."


Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo xwedîderketina girtiyên ketina greva birçîbûnê bang li sazî û parazvanfên mafên mirovan kir û xwest her kes li hemberî daxwazên girtiyan hestiyat tev bigerin. KCD'ê, anî ziman ku bi giştî li Tirkiyeyê bi taybetî li Kurdistanê di pêvajoyeke awarte de derbas dibin û wiha gt: "Girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê bûne qadên bêhiqûqî û kaosa siyasî bi dijwarî lê têne jiyîn. Bi êrîşên kirêt re binpêkirina mafan û ji kapasiteya xwe zêdetir tije bûna girtîgehan şert û mercên girtiyan dixe xetereyê. Di serdema dewlet-hikûmeta AKP'ê de kapasiteya girtigehan 191 caran ji berê zêdetir bûye û ew jî bi xwe vê yekê qebûl dikin."

KCD'ê, anî ziman ku ji ber bi israr pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, hewldana darbeya 15’ê tîrmehe û piştî wê di 20’ê tîrmehê de îlankirina Rewşa Awarte wekî encamekê derketin holê û bi van re çaresernekirin, îşkence, zilm, çewisandin û her cure binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî jor û wiha berdewam kir: "Binpêkirina mafan a ku bi pêknînên Rewşa Awarte re derketine holê bi taybetî li girtîgehan bi awayekî dijwar pêk tê. Wekî her demê, di vê demê de jî şert û mercên girtîgehan wekî qada jiyanê ya herî zehmet derketiye pêş û di çarçoveya Rewşa Awarte de bûye cihê pêknînên herî xirab, îşkence û tecrîda girankirîGirtiyên PKK û PAJK’ê ji bo dawî li tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tê meşandin bînin û were azadkirin, dîsa binpêkirinan mafên mirovan ên bi Rewşa Awarte re derketine holê ji holê rabin dest bi greva birçîbûnê kirine li Şakranê di roja 43'emîn, li Sîncanê di roja 34'yemîn, li Wanê di roja 22'emîn, li Edîrneyê di roja 34'emîn, li Îzmîrê di roja 23'emîn de bênavber didomin. Ev greva birçîbûnê ku her roj mezin dibe êdî hatiye asta ku jiyana girtiyan têxe xetereyê."

BANG

KCD'ê herî dawî bang li hemû der û doran kir û wiha got: "Wekî Kongreya Civaka Demokratîk radigihînin ku daxwazên wan daxwazên gelên me ne. Li ser vê bingehê ji bo ev daxwazên grevên birçîbûnê yên ku roj bi tevlibûnên nû mezin dibe bi cih werin em bang li gelê xwe, sazî dezgehên naveteweyî, CPT, parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi hestyarî tevbigerin."