EDENE - Li Edeneyê piştî kapasîteya girtîgehan tije bû, di biryarên girtinê de daraz rêbaz guherand. Di demên dawî de bi dehan kesên biryara girtinê ji bo wan tê dayîn, hepsî malê tên kirin.
Li Edeneyê dadgehên ku biryara girtinê didin, bi dehan kesî ji dêvla girtîgehan, mehkûmî hepsa malê dikirin. Ji 14 kesên di 5'ê mijdarê de hatin binçavkirin, Hevserokê HDP'a Bajêr Huseyîn Beyaz jî di nav de derbarê 8 kesî de biryara hepsa malê hat dayîn. Her wiha berê jî li bajêr bi dehan kes rastî cezayê hepsa malê hatibûn û gelek malan veguherandibûn hepsê.
Hevserokê HDP'a Bajêr Huseyîn Beyaz ê hepsî malê hatiye kirin, got, ji girtîgehên normal tenê cudahiya hepsa malê ew e ku, tu xwediyê derfeta ku bi malbata û dostên xwe re têyî gel hev. Beyazê bi salan di girtîgehê de maye dest nîşan kir ku, ew ji qadeke 150 metrekareyî pêvtir nikare derkeve û wiha got: "Yanî dibêje min ji bo te sînor xêz kir, tu nikarî biçî deekê jî. erketina min asteng dike. Dibêje tu yê li gor min bijî. Dema em biçin nexweşxaneyê jî, divê em saet û saniyeyên raporê jî nişan bidin."
ARMANC ÇAVTIRSANDIN E
Beyaz ê vê rêbaza cezakirinê wek çavtirsandinê dinirxîne wiha axivî: "Dewlet dibêje, hûn li kuderê dibin bibin, li kuderê dijîn bijîn, wê şûrê me li paş stûyê we be. Yanî peyama wê ew e, heke hûn bereksê wê tevbigerin em ê serê we bifirînin, yanî taktîka cezakirinê ev e." Beyaz anî ziman ku, li civakênd emokratîk cihê sepandinên bi vî rengî tune ye û wiha domand: "Tekane sedema hepskirina me yî malê ew e ku, rê li ber belavkirina fikrên HDP'ê bigirin. Li dijî hêzên demokrasiyê çavtirsandine. Lê ez bi vê bawerim ku, çawa sepandinên bi vî rengî berê li valahiyê hatin derxistin, wê niha jî bi heman awayî li valahiyê bên derxistin. Lê belê divê ji bîr nekin, ji bo me ferq nake. Em ê li her derî fikrên xwe belav bikin. Ne girtîgeh û ne jî hepsa malê, nikare têkoşîna me û fikrên me bi paş ve bibe."
GIRTÎGEH DIBE MALA WE
Rêveberê HDP'a Bajêr Îbrahîm Yakût jî got, bi hepskirina malê hemû ferdên malbatê tên cezakirin û dest nîşan kir ku, ev sepandin bandorê li derûniya hemû malbatê dike. Yakût anî ziman ku, ji ber li girtîgehan cih nemaye ev rêbaz tê sepandin û wiha axivî: "Hûn bi hemû ferdên malbatê re her roj pratîka şert û emrcên girtîgehê dijîn. Dîsa em mercên girtîgehê li mala xwe jî dijîn. Sibehê em zû radibin, spora xwe dikin. Di saetên diyarkirî de em pirtûkan dixwînin. Televîzyonê temaşe dikin, dema em diçin nexweşxaneyê destûrê dixwazin, çawa bixwazin wisa beralî dikin. Rewşeke ku ji girtîgehê girantir e." Yakût got, bi vê rêbaze dixwazin hemû malan veguherînin girtîgehan.