Ertugrul Kurkçu; Xwedîderketina têkoşîna Çayan û tekoşîna kurdan hevpar e

STENBOL - Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê û hevrêyê Mahîr Çayan Ertugrul Kurkçu, diyar ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xelat têkoşîna Mahir Çayan û xeta têkoşîna xwe kiriye yek û herdu xetên têkoşînê bi hevre pêş dixe. Kurkçu, anî ziman ku xwedîderketina HDP û HDK û şirîkatiya têkoşina azadiya kurdan hevpar e û wiha got: "Kizildere ne dawî ye. Tekoşîn dê bidome."

Di ser komkujiya Kizildere ya 30'ê Adara 1972'an ku Rêberê Enî-Partiya Rizgariya Gelên Tirkiye (THKP-C) Mahir Çayan û hevalên wî hatin kuştin re 45 sal derbas bûn. Di 30'ê Adarê de Rêberê THKP-C Mahir Çayan û 10 hevalên xwe li Kizildere di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Ertuğrul Kurkçu di êrîşê de bi saxi rizgar bû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo têkoyîna Mahir Çayan got: "Min bi hezkirina xeta Mahir Çayan a têkoşînê dest bi têkoşînê kir. Min ev têkoşîn li ser xeta wî pêş xist" Ocalan, li Îmraliyê bi heyeta Îmraliyê re ji bo Çayan wiha got: "Min bi sempatîzan û xebat Mahir Çayan dest bi têkoşînê kir. Min 40 salan bi xeta Mahir ev têkoşîn pêş xist. Ev têkoşîn enametê ku Mahir daye min e. Ez 40 salin vî emanetî bi têkoşînê bilind û mezin dikim. Ez niha vî emanetî teslîm dikim û xwest ev emanet wekî têkoşina azadiya gelan pêş bikeve.

Şahidê Komkujiya Kizildere û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, qala têkoşîna Çayan kir.

‘XWEDÎDERKETINA TÊKOŞÎNA KURDAN PARATINA TÊKOŞÎNA MAHÎR E'

Kurkçu, anî ziman ku wan fikrên Mahir Çayan dewir girt û bi têkoşîna wî ev têkoşîn û tevger mezin kir û anîn îro. Kurkçu, anî ziman ku xwedîderketina têkoşîna gelê kurd di heman demê de parastina têkşîna Mahir Çayan û birdoziya wî ye û wiha got: "Çayan dixwest her kes bi xwe qedera xwe tayîn bike. Digot di çareseriya pirsgirêka kurd de tayinkirina qederê esas e. Dixwest gel bi xwe biryara xwe bide u pêşeroja xwe diyar bike. Abdullah Ocalan û hemû pêşengê PKK'ê û şehîden şoreşê li ser bîranîna Mahir Çayan xeta wî pêş xist û mezin kir. Xeta wî weki xeta xwe ya têkoşîne qebûl kir. Dema HDP hat avakirin. di navbera Tevgera Sosyalîstên Tirkiye û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de fikra hevpar a stratejik heye. "

Ocalan, got 'Ez enametê Mahir Çayan ya hevpar dewrî têkoşîna hevpar dikim' Ocalan bi vê yekê diyar kir ku herdu xet hevpar in û armanca wan hevpar e. Ji ber vê yekê hemû kesên li siyaseta Mahir Çayan xwedî derdikevin divê di heman demê de li têkoşîna azadiya kurdan jî xwedî derkevin. Xwedîderketina mirateya Mahir Çayan û têkoşina azadiya kurdan hevpar e. "

'MAHÎR BANG LI HER KESÎ KIR KU BÊJIN NA'

Kurkçu, anî ziman ku wekî şopdarê têkoşîn û xeta Mahîr dê îro bêjin "Na" û wiha got: “Mahir Çayan bang li hemû demokrat, kedkar û gelan dikir ku bêjin "Na". Hemû kesên wekî Mahir Çayan difikirin divê di 16'ê Nîsanê de bêjin 'Na'

'QANALÊN HEVPAR HDP Û HDK YE'

Kurkçu, anî ziman ku îro armanc dikin ku hemû vasitayên têkoşînê bi hevre bikar bînin û wiha got: "Em têkoşîna siyasî dimeşînin. Em hewl didin di nava têkoşîna parlamenter de cih bigirin. Em hewl didin tevgerên gelan bi rêxistin bikin. Li zanîngeh, tax û hemû qadan tekoşînê didin. Lê hemû ji bo me divê gel xwedî gotin û biryar be. Divê gel xwe bi rêxistin bike û xwe bi rêve bibe. Tişta ku Denîz Gezmiş û Mahir Çayan û hevalên wan ji bo wê têdikoşiyan ev bû. Yanî dixwestin hêzê ji destê îktîdarê bigirin û têxin destê gel. HDK û HDP jî li ser vê armancê hatiye avakirin. Bê guman têkoşîna me ya sosyalîst û şoreşa me û têkoşîna azadiya kurdan, tekoşîna jinê û têkoşîna kedkaran têkoşinek pir alî ye. Di nava van têkoşînan de HDP û HDK hemû qanalên têkoşînê dike yek.
Di têkoşîna 4 salên ku me li pey xwe hişt de me dît ku me zor û astengiyên mezin derbas kirin û me dît ku ev hevparî çiqas bi qîmet û grîng e."

Kurkçu, herî dawî anî ziman ku di 30'ê Adarê de wekî her carê dê têkoşîna Kizildere berdewam bike.