Hat îdîakirin girtiyên di grevê de ne rastî lêgerîna tazî tên

MÊRSÎN - Hat îdîakirin ku girityên li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Alîaga ya Îzmîrê di greva birçîbûnê de ne di saetên şervê de ji kawîşan hatine girtin, hatine tazîkirin û li odeyekê tên rawestandin.

Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dikin. Binpêkirinên mafan jî her roja diçe zêde dibin. Girtiyên siyasî yên li kawişa T-4 a Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Alîaga ya Îzmîrê dimînin, ji 22’yê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Girtiyê bi navê Kamuran Nas bi riya telefonê bi birayê xwe Mubarek Nas re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde bûne û greva birçîbûnê ji bo mehekê dewr girtine.

'JI GIRTIYAN RE 6 MEH QEDEXEYA HEVDÎTINÊ’

Nas ku tiştên birayê wî gotine radigihîne da zanîn ku binpêkirinên mafan gihiştine îşkenceya fîzîkî û wiha got: “Ava girtiyan birine, gardiyan bi ser kawişan de digirin û heqaretê li girtiyan dikin. Rêveberiya girtîgehê rojên hevdîtinê kêm kirine. Beriya niha jî hevdîtina mehekê derxistibû du mehan. Di demên dawî de ji ber greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin ji girtiyan re 6 meh qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn.”


'GITÎ TÊN TAZÎKIRIN’

Nas, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê di demên dawî de pêkanînên îşkenceyê pêk tîne û wiha axivî: “Li gorî agahiyên birayê min daye, di demên dawî de gardiyan bi ser kawişên girtiyan de digirin, girityan di kawişên wan de tazî dikin û di nava sermayê de dihêlin. Em dixwazin ku hikûmet guh bide daxwazên girtiyan. Em dixwazin di demek kurt de dawî li îşkence û zextan bê.”

Li ser îdîayan me bi telefonê li girtîgehê geriya, girtîgehê diyar kir ku heta serlêdanek fermî neye kirin ew ê agahiyan nedin.