AMED - Dozger, berdana polîsê ku Kemal Kurkut di Newroza Amedê de kuşt îtîraz kir û xwest polîs bê girtin.
Di sibeha 21'ê Adarê Newroza Amedê de polîsan xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ê ji Meletiyê hat Amedê û xwest beşdarî Newrozê bibe kuşt. Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsînê de polîsê kujer îfade da û serbest hat berdan. Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza di 25'ê Adarê de têkildarî mijarê qedexeya çapemeniyê îlan kir û destûr nedaku têkildarî mijarê nûçe bên çêkirin. Parêzerên malbata Kurkut ji bo qedexeya çapemeniyê bê rakirin û polîsên bersûc bên berdan serî li 3'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê da.
DOZGER XWEST POLÎS BÊ GIRTIN
Serdozgerê Komarê yê Amedê ku lêpirsînê dimeşîne jî bi sucdariya "Bi zanebûn mirov kuştiye" xwest polîsê bersûc bê girtin û ev daxwas da Hekîmê Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê. Dozger, berdana "Bi şertê kontrola edlî" a polîs îtîraz kir û xwet polîs bê girtin. Dozger di heman demê de xwest têkildarî lêpirsîna dosyayê biryara veşartî ya dosyayê bê dayîn û serî li Hekîmtiya Cezaya Sulhê da.
WÊNE TESLÎMÎ DOZGERIYÊ HATIN KIRIN
Wêneyên ku Edîtorê dihaberê Abdurrahman Gok di bûyerê de kişandin û daxuyaniya Waliyê Amedê ya ji bo Kurkut gotibû “Bombeya zindî" pûç kiribû jî bi riya parêzerê malbata Kurkut teslîmî dozger hatin kirin û Gok wekî şahidê bûyerê hat guhdar kirin. Gok tevî parêzerê malbatê duh çû edliya Amedê û îfade da Dozgerê Komarê yê lêpirsînê dimeşîne. Li ser daxwaza dozger 28 wêneyên ku Gok kişandibûn teslîmî dozgeriyê hatin kirin.
Malbata Kurkut jî dê bi fermana dozger li Meletiyê wekî "gilîvan" îfade bidin.