Dewletê tezmînata Alî Îsmaîl Korkmaz îtîraz kir: Sûcê me tune ye!

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Hundir biryara dadgehê ya tezmînata ji bo malbata Alî Îsmaîl Korkmaz bê dayîn îtîraz kir û got “Sûcê me tune ye.”

Wezareta Karê Hundir ji bo biryara dadgehê ya ji bo tezmînata 709 hezar TL a ji malbata Alî Îsmaîl Korkmaz ku di bûyerên Parka Geziyê de ji aliyê polîs û esnafan ve hat qetilkirin re bê dayîn bê xirakirin serî li Dadgeha Îstînafê da. Wezaretê diyar kir k udi qetilkirina Korkmaz de “xizmeta bi qisûr” a wezaretê tune ye, ji bûyerên sûc ên polîsan dewlet nikare berpirsyar bê girtin, tezmînata 650 hezar TL zêdeye û ev dibe sedama zengînbûna bêsedem. Hat zanîn ku di biryara Dadgeha Îdarî de ji malbata Korkmaz re ji bo parêzerên Wezareta Hundir 40 hezar TL hatiye birîn.

'SÛCÊ ME TUNE YE’

Di serlêda Wezareta Karê Hundir a ji bo Dadgeha Îdarî ya Enqereyê de xwest ku biryara 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Eskîşehîrê ya tezmînatê bê betalkirin. Li gorî nûçeya Cumhuriyetê, di serlêdana mişawirê hiqûqê de, misogerbûna biryara dadgehê û tesbîtkirina qisûra polîsan berpirsyariya wezaretê ji holê radike. Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Di vê rewşê de ji ber derbarê peywirê de qisûrek tune ye ji ber qisûra takekesî zirara ku derketiye têkiliya bi saziya me re qut dike. Ji ber ne mimkûne qisûrek a îdareyê hebe divê doza bêmaf û bêhiqûq hatiye vekirin bê redkirin. Dema tezmînata hatiye birîn bi dosyayên din re tê girêdan tezmînat pir zêde disekine. Tezmînat dibe sedema zengînbûnê ev jî di pergala me ya hiqûqê de aşkera hatiye gotin.”

Di serlêdanê de bi van hinceta hat xwestin ku tezmînata 59 hezar TL madî û 650 hezar TL manewî bên betalkirin.

'JI MALBATÊ RE DEYN HAT BIRÎN’

Di vê naberê de ji ber 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Eskîşehîrê, tezmînata malbata Korkmaz a 189 hezar TL madî û 2 milyon TL manewi red kir li malbatê deyn hat birîn. Dadgehê di biryara xwe de ji bo tezmînata 130 hezar madî û 1 milyon 350 hezar TL manewî, 40 hezar TL lêçûn, 39 hazar 950 TL jî ji bo parêzerên Wezareta Karê Hundir ji malbatê re hat birîn.

Parêzerên malbata Korkmaz jî ji bo biyrara dadgehê bi riya îstînafê bê xirakirin serî li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê dan.