STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan jî dest bi greva birçîbûnê dikin.
Piştgiriyên ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê dest pê kirine berdewam dike. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a li Girtîgena Sîlîvriyê ye, Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên demekî li Girtîgeha Îmraliyê li cem Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan man û Midûrê Karên Nivîsan a Ozgur Gundemê ya hate girtin Înan Kizilkaya jî dê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di name ku şand de wiha got: " Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, diyalog û muzakere bê destpêkirin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, pêkûtiyên li ser gundan bi dawî bibe hatiye destpêkirin ketiye merhayeke krîtîk. Rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokrasiyê, partiyên siyasî û gelê me divê li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng nemînin, ev girîng e. Ez jî di 1-5'ê Nîsanê de ji bo daxwaz bê qebûlkirin li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmar 9 bi komek heval ve dest bi greva birçîbûnê dikim."
DEMÎRTAŞ Û ZEYDAN JÎ DEST BI GREVÊ DIKIN
Li aliyê din Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan ên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ne jî roja înê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger dikin.
GREVA BORÇÎBÛNÊM DI ROJA 44'EMÎN DE YE
Girtiyên PKK û PAJK'î ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, şertên muzakereyê yên azad bên amadekirin, binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibin, operasyon û ambargoya li ser gundan bên bidawîkirin 44 roj in di greva birçîbûnê de ne.