Li her derê 'Na'yê vedibêjin

WAN - Endam û rêveberên HDP, DBP, TJA'ye yên kampanya "Na" dimeşînin, li navçeya Artemêtan, li nanpêşê tenûrê, esnaf, karker, cotkar, şivan, gavan û hemû beşên civakê digere û "Na"yê vedibêjin.

Koma ku ji endam û rêveberên HDP, DBP, TJA'yê pêk tên, di çarçoveya xebatên referandumê de navçe bi navçe gund bi gund digerin û "Na"yê vedibêjin. HDP, DBP û TJA kom bi kom serê sibê tên cem hev û diçin li tax, gund û esnafan digerin. Komên saziyên sivîl ên komele û rêxistinên wan bi KHK'ê hatin girtin jî tev li xebatan dibin. Hunermendên NÇM'ê jî bi hunerê xwe tev li kampanyayê dibin û xebatan dimeşînin. Di saetên sere dibê diçin û êvarî vedigerin.

DERÎ BI DERÎ DIGERIN

Komên di saetên serê sibê de li ber avahiyên HDP'ê û DBP'ê kom dibin bernameya xwe çêdikin û derdikevin xebatan. Li navçeya Artemêtê koma ku di navde Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî Hevşaredara Artemetê Sevil Rojbin Çetin jî heye li avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bûn û berê xwe dan gundê Wertan û Engîlê. Heyeta ku ji bo xebatê berê xwe dan gundan, rengê xweza û zindibûna buharê coş û kelecana wan a xebatê zêdetir kir. Heyet li qada gund ku li aliyekî Regnê Gola Wanê û bêhn û rengê kulîlkên demsala baharê wan pêşwazî dike bigel re hatin cem hev. Heyeta ku ji 30 kesan pek dihat li qada gund bûn kê 3 kom û li li nava malan geriyan. Komê bi broşuran mal bi mal digerin û webatên "Na" vedibêjin.

Koma ku li gundê 110 malan geriyan piştre di saetên êvarî de li mala şînê kom bûn. Li mala şînê welatîe û keya wan pêşwazî dikin. Di bin ronahiya heyvê de sohbet dikin û bi hevre çay vedixwin. Welatiyan diyar kirin ku qeyûmê 235 dolim zevî tev dewrî xezînê kiriye û ew mexdûr kirine.

Kom piştî gundê Wertanê ziyaret kirin derbasî gğundê Engîlê bûn. Li gundê Engîlê xwendekarên dibistanê heyetê pêşwazi dikin. Dema dibêjin em HDP'î ne hemû xwendekar bi yek dengî dibêjin "Em dibêjin Na' û helwesta xwe tînin ziman. Xwendekaran stickerên li ser "Na" nivîsandine bi çantayên xwe ve zeliqandine û diyar dikin ku tev dibêjin "Na"

LI SER TENÛR Û KOLANÊ XEBATA NA

Heyet bi germahiya hewaya baharê re mal bi mal û zevî bi zevî digerin. Li hemû deriyan didin. Diçin ser tenûr, zevî û çandiniyan.Ji hemû welatiyan re "Na"yê vedibêjin. Hemû welatî jî ji ber hatina heyetê kêfxweşiya xwe tînin ziman û diyar dikin ku dê tev bêjin "Na" .

Endamê komê Lezgin Zorlu, li ser grîngî û wateya referanduma 2017'an û zextên li ser kurdan di axive û wehatiyên li der û dora wî kom bûne tev bi çepikan germahiya xwe tînin ziman. Zorlu diyar dike ku ji bo bêjin "Erê" tu sedem tune û gelek sedemên wan ên "Na" Heyeta ku heta êvarî li gundan mal bi mal geriya, di satên êvarê de dîsa li qada gund kom bûn û welatiyan ew bi çepikan şandin Artemêtê.