AMED - Rojnameya Rojeva Medya ku piştî rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hate girtin dest bi weşanê kir îşev saet di 20.00'an de li ser twitterê xebata hastagê dide destpêkirin.
Rojnameya Rojeva Medya ya ku piştî rojnameya Azadiya Welat a ku tekane rojnameya kurdî ya ku li Tirkiyeyê weşanê dikir bi KHK'ê hate girtin, dest bi weşanê kir li gel çapkirina rojnameyê her wiha li ser medya civakî jî bi awayekî aktîf xebatan xwe pêk tîne. Xebatkarên medya civakî yên rojnameyê diyar kirin ku ew li qada medya civakî nû ne û gotin ji bo nasandina Rojeva Medya ew ê li ser twitterê îşev saet di 20:00’an de xebata hastagê bidin destpêkirin. Xebatkarên rojnameyê bang li her kesî kirin û xwestin her kes saet di 20:00’an de piştgiriyê bidin xebata wan.