COLEMÊRG - Li Colemêrgê 151 navên ku HDP ji bo parastina sindoqan da Lijneya Sindoqan, beyî hincet bê nişandan hat redkirin. Serokê HDP'ê yê Colemêrgê Metin Besî bertek nîşanî helwesta lijneyê da û wiha got: "Li Colemêrgê pêkanînek taybet heye. Serlêdanê me tên redkirin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê, ji bo parastina sindoqan 151 nav diyar kirin û dan Serokatiya Lijneya Sindoqan. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê, ya bajar û herî dawî jî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bêyî hincet nişan bide serlêdan red kir.
Hat diyar kirin ku dê li tevahiya Colemêrgê 497 sinoq bên avakirin. Serokê Rêxistina HDP'ê yê Colemêrgê Metin Besî bertek nîşan vê helwesta Lijneya Hilbijartinê da û wiha got: "Me ji bo 151 sindoqên ku li bajar bên avakirin 151 nav diyar kir û seri li Serokatiya Lijneya Sindoqan da. Lê Lijneya Hilbijartina Navçeyê bêyî hincet nîşan bide serlêdan red kir. Partiyên din ên siyasî di dîtina endaman de zahmetiyê dijîn. Lê serlêdanên me piştî mulakatê hatiye redkirin. Me li ser vê yekê serîli Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. Lijneya Bajar jî red kir. Herî dawî me serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind da. Lê lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî ev navên ku me diyar kiribû red kir. Balkêşe hemû serlêdanêm partiyên din erênî hatin dîtin. Niha ji bilî partiya me tu partiyên din nikarin endamên ji bo serokatiya sindoqan bikin bibînin. Li Colemêrgê tenê partiya me dikare Serokatiya Sindoqan bike. Partiyen din ne serokên 1515 sindoqan, nikarin serokê 50 sindoqan peşda bikin. Bi polîtikayên taybet serledanên me hatin redkirin. Ev polîtîka taybet tê meşandin."