ŞIRNEX - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê li navenda Şirnexê di hevdîna el de axivî diyar kir ku yên ku zilmê dikin dê bi zilma xwe ve dawiya xwe bînin û wiha got: "Em ji xirakirina Şirnexê, kuştina Dayika Taybet re em dibêjin 'Na'. Dê 'Na'ya Şirnexê wekî destana Mem û Zîn be."
Di çarçoveya xebatên referandumê de li navenda Şirnexê ji aliyê KCD, TJA, HDP û DBP'ê ve di hevdîtana gel a hate lidarxistin de gelek kes hatin cem hev. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez, Mîthat Sancar û Saadet Becerîklî li navenda bajar bi gel re hatin cem hev. Heyet ewil li têketina Cizîrê ji aliyê endamên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Heyet ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û ji ber lambeyên sor ên li ser otobusa anonsê cezaya pere lê hate birîn hat xwestin ku strana "Na" ya ku ji aliyê walîtiyê ve hatiye qedexekirin neyê gotin.
Konvoy piştre ber bi navenda Cizîrê ve derket rê û vê carê jî ji derketina navçeyê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin, kontrola nasnameya hat kirin. Heyetê li hemberî kontrola nasnameyan nerazîbûn nîşandan û leşkeran xwe bi gotina "Ji jin AK Partî jî derbas bibe em bêyî kontrola nasnameyan bikin derbas nakin" xwe parastin. Li ser vî parlamenter Mîthat Sancar bersiva "Ma ev der Holanda ye" da leşkeran. Piştî kontrola nasnameyan konvoy derbas bû.
KONVOY RASTÎ ELEQEYEKE MEZIN HAT
Konvoy di rê de ji aliyê welatiyan ve bi nîşaneya serkeftinê hat pêşwazîkirin. Li têketina bajar piştî kontrola nasnameyan bi muzîka ji wesayîta anonsê ketin bajar û ji aliyê welatiyan ve bi flamayên "Na" hatin pêşwazîkirin. Konvoyê li bajar tur avêt û rastî eleqeya welatiyên ku malên wan di dema qedexeya derketina derve de hatiye hilweşandin hatin. Osman Baydemîr bi mîkrofonê gel silav kir.
Konvoy piştre hat ber avahiya HDP'ê û li vir ji aliyê welatiyan ve bi tîlîliyanv e hate pêşwazîkirin.
BAYDEMÎR: ZILM DÊ LI SER VÎ AXÊ BIÇE
Piştre avahiya HDP'ê ya beriya demeke hat çêkirin, hat vekirin û Baydemîr xîtabî gel kir. Baydemîr wiha gotina "Ez li hemberî êşên xwe bejna xwe ditewînim" bi kar anî û got ku keda ku gel daye û êşên ku kişandine dê vala neçin. Baydemîr diyar kir ku dema mirov li dîroka cihanê dinêre ev tiştên ku tên jiyin ne yekem in û wiha berdewam kir: "Almanya û Japonya di şerên cihanê de hatin xirakirin lê gelê alman û japon d3isa rabûn li ser piyan. Êşên li Enfal û Helepçeyê bû kefareta êşên gelê kurd. Ev tiştên ku em dijîn dê carese din baş bin. Zilm dê ji ser vî axî biçe. Vekirina vî deriyê dê ji bo me diriyên nû vebe. Em ji xirakirina Şirnexê re, ji kuştina Dayika Taybet ne dibêjin 'Na'. Dê 'Na'ya Şirnexê wekî destana Mem û Zîn be."
Axaftina Baydemîr gelek caran ib tîlîliyan ve hate birîn û Baydemîr qedexekirina strana "Na" bi bîr xist û wiha got: "Stranên me qedexe kirin lê em ê wekî Apê Mûsa li dijî vî qedexeyê derkevin. Em ê bi vî deriyê ve vekir ve birînên xwe bipêçin. Zalimên ku zilmê dikin dê dawiya xwe bînin. Wekî Sedam û Nemrûd zilma wan dê dawiya wan bîne. Em ê di 16'ê Nîsanê de nîşan bidin ku vî gelî li hemberî xirakirina serê xwe natewîne."
'ŞIRNEX NEKET, EM KURD IN, EM Ê BI SER KEVIN'
Piştî axaftina Baydemîr welatiyekî gotina "Şirnex neket, dê nekeve. Em kurd in, em ê bi ser kevin" bi kar anî. Piştî axaftinan strana "Çavbella" hat stran.
Konvoy piştre ji navenda Şirnexê veqetiya û ber bi Cizîr ê Sîlopiyê ve derket rê.