Keskîn: Ahmet Turk dişibe Apê Mûsa

ENQERE - Parêzvana Mafê Mirovan û Hevseroka ÎHD’ê parêzer Eren Keskîn têkildarê girtina Ahmet Turk de got ew, meşandina siyaset û têkoşîna Ahmet Turk dişibîne ya Apê Mûsa.

Piştî OHAL’ê hikûmeta AKP’ê bi derxistina Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de siyaseta kurd hedef girt û her roj siyasetmedarên kurd binçav dike û digire. Bi taybetî hikûmeta AKP’ê şaredarên kurd ji kar digire û li şûna wan qaymeqam û waliyên xwe tayînî şaredariyên DBP'î dike. Herî dawî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji kar girt û li şûna wî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman tayînî şaredariyê kir. Ahmet Turk dema ku parlementerê DEP’ê bû piştî derbeya leşkerî ya 12’ê îlonê ji aliyê dewletê ve hatibû girtin. Parêzvana Mafê Mirovan û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan ( ÎHD) parêzer Eren Keskîn têkildarî girtina Ahmet Turk de ji Dîhaber’ê re axivî û diyar kir ku, wî di jiyana xwe de heta niha ji bo azadiya gelan siyasetek demokratîk daye meşandin û ji ber vê yekê bûye hedefa hikûmet û dewletê.

‘DEWLETÊ TEHEMÛLÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN NEKIR’

Keskîn da zanîn ku, li Tirkiyeyê bi awayekî zelal pêvajoyeke derbeyê tê jiyîn û wiha axivî: “Bi awayeki zelal tê dîtin ku li dijî siyaseta kurd derbeyeke siyasî tê kirin. Bi rastî dema ku mirov bi awayekî objektîf lê binêre, ev derbe piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê dest pê kir. Ji ber ku siyaseta kurd di pêvajoya hilbijartinên 7’ê hezîranê de ji aliyê hemû civaka Tirkiye û Kurdistanê ve hat qebûlkirin û pejirandin, rayedarên dewletê ev serkeftina siyaseta kurd ji bo xwe wekî tehdît dîtin û êrîşî siyaset û siyasetmedarên kurd kirin.”

‘SALÊN 90’Î RÊYÊN PARASTINA HUQÛQÊ HEBÛN’

Keskîn dest nîşan kir ku, gelek cudahiyên huqûqê yên derbeya 12‘ê Îlonê û 15’ê Tîrmehê hene û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi rastî dema derbeya 12’ê îlonê ez xwendekar bûm. Me derbeya 12’ê îlonê wekî xwendekar jiya . Lê belê salên 90’î min wekî huqûqnasan ji nêz ve şopand. Bi rastî di huqûqa 12’ê îlonê mirov hinekî dikarî parastina xwe ya huqûqî bike. Her çiqas di girtîgehan de êrîş zêde bûn jî, lê dîsa tewrekî dozgeriyan a li hemberî girtiyan hebû. Dibe ku derbeya 12’ê Îlonê derbeyeke leşkerî be, lê dîsa jî rêyên parastina huqûqî hebûn. Di salên 90’î de jî gelek kes dihatin qetilkirin, lê dîsa jî qada huqûqûnasan li gorî niha berfirehtir bû.”

‘DEWLET JI SIYASETA GELÊ KURD DITIRSE’

Keskîn balê kişand ser hewldana darbeya 15’ê tîrmehê û axaftina xwe wiha domand: “Îro tişta ku di dîrokê de tu caran nehatî jiyîn li Tirkiyeyê tê jiyîn. Mînaka jiyana niha ku li Tirkiyeyê tê jiyîn di dîrokê de tune ye. Em niha wekî parêzvanên mafên mirovan parastina mafê mirovan dikin û em mûameleya endamtiya rêxstinê dibînin. Dewletê hemû qadên me yên huqûqê girtine. Dewlet naxwaze di qada sivîlan tu tekoşîn bê meşandin. Lê careke din ez dibêjim ku sedema wan êrîşan destkeftiyên gelê kurd in. Dewlet ji destkeftiyên siyaseta kurd ditirse û kesên wekî Ahmet Turk ê di jiyana xwe ya borî de heta niha ji bo azadî û aşitiyê tişta ku ket ser milên wan dikin, digire û diavêje girtîgehan.”

‘AHMET TURK DIŞIBE APÊ MÛSA’

Keskîn diyar kir ku, ew Ahmet Turk dişibîne Mûsa Anter (Apê Mûsa) û wiha domand: “Di dîroka kurdan de gelek kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin hene. Yek ji wan jî yê herî zêde ku li ser civaka kurdan bandor kir Apê Mûsa ye. Apê Mûsa ji bo azadiya gelê kurd û biratiya gelan têkoşiya û ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Salên 90’î siyasetmedar li kolanan dihatin qetilkirin, lê niha li girtîgehan bi mirinê ve rû bi rû dimînin. Yek ji wan Birêz Ahmet Turk e. Turk bi salan e ji bo azadiya gelan siyasetekî demokratîk dide meşandin. Lê yên ku naxwazin gelê kurd li vî welatî siyaseta demokratîk bikin, niha kesên azadîxwaz û aştîxwaz yên wekî Ahmet Turk digirin û diavêjin nava çar dîwaran.”

‘TU KES NIKARE ÎZAHA VÊ DERHUQÛQIYÊ BIKE’

Keskîn bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tiştên ku niha li dijî Birêz Ahmet Turk pêk tên tu di tu pergalên huqûqê de îzahiyata wan tune ye. Tu kes nikare îzaha vê derhuqûqiyê bike. Niha di huqûqan de sedemên girtinan hene. Divê delîlên sûc di destên mirov de hebin ku mirov kesan sûcdar bike. Di girtina Ahmet Turk de tu delîlên wiha di destê dewletê de tune ne. Dewlet dijberî peymanên nevneteweyî yên ku îmzeya xwe avêtî tevdigere û kesên ku bizane kurd e digire û diavêje girtîgahen. Ev nayê qebûlkirin. Îro civîna me ya ÎHD’ê hebû û biryara meşandina tekoşîneke wêrekiyî derket holê û em carek din dibêjin, tu kes nikare biryara me bişikîne û em ê bi vî awayî rêya xwe ya demokratîk bidomînin û her tim ji bo azadiya gelan siyaseta demokratîk bikin.”