Ji bo mitînga Erdogan şertê beşdariya bi zorê

MÊRDÎN - Li Mêrdînê beriya tmerasîma vekirina komî ya Serokomar Erdogan beşdar bibe bergiriyên ewlehiyê zêdetir bûn û hat zanîn ku ji bo beşdariya bi zorê ya torenê ji endamên Egitim Bîr-Sen û ÎŞKUR'ê re peyam hatiye şandin.

Li Mêrdînê beriya merasîma vekirina komî ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî dê tevlî bibe, di serî de ketin û derketina bajêr li gelek cihan ji aliyê polîsan ve noxteyên kontrolê hatin danîn. Di ketina cihê mitîngê jî bi gelek wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin û rêya Velî Ozan kû parqa Karayoluyê jî ji tirafîkê re hatiye girtin. Welatiyên di ser rê de derbas dibin jî rasti lêgerîna polîsan ve tên.

Her wiha bi otobusan jî malbatên karmend û cerdevanên navçe û bajarên derdorê jî ji bo mîtîngê tînin. Hat zanîn ku ji bo karmendên girêdayî Egitim Bîr-Sen û ÎŞKUR'ê re jî peyam hatine şandin û şertê beşdariya bi zorê di peyamê de hatiye nivîsandin.