MÊRDÎN - Li taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbînê 2 zarokên 3-5 salî yên li erdê madeyek dîtin û di destê wan de teqiya birîndar bûn.
Li taxa Abdulkadîr Paşa ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê zarokên bi navê Havîn Guneş (3) û Fatîh Guneş (5) salî li erdê cîsmek dîtin û di destê wan de teqiya. Di encama teqînê de herdu zarok bi giranî birîndar bûn. Zarok ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, li vir piştî mudaxaleya yekemîn sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kirin.