Enqaz bi enqaz digerin

COLEMÊRG - Li Geverê zarokên ku li nav enqazên avahiyên ku di dema qedexeya derketinê de hatin rûxandin hesin, elemiyon û sifir berhev dikin, bi firotina van xurdeyan pesariya budeçeya malabat xwe dikin.

Li Gevera Colemêrgê piştî îlankirina qedexeya derketina derve re, bi operasyonên ku 79 rojan domandin gelek avahî hatibûn rûxandin. Zarokên ku li nav enqazên van avahiyan hesin, elemiyon û sifir berhev dikin, wan difiroşin û biv î awayî pesariya budçeya malabtên xwe dikin. Piştî ekîpmanên girêdayî Wezareta Hwirdor û Bajarsaziyê molozên avahiyên hatin rûxandin bi qamayonan ji herêmê dûr dixin, li ser vê zarok jî tevgeriyan û li nav bermayiyên enqazan de bi saetan li hesin, elemiyon û sifir digerin.

LI HEMÛ ENQAZAN DIGERIN

Zarokên ku temenên wan di nav 7-13 saliyê de ne, kuçe bi kuçe digerin û kîloya hesinê ku berhev dikin bi 40 qurişî, ya elemiyon bi 2,5 TL'yî û ya sifir jî bi 13 lîreyî difiroşin. Zarokên ku danê sibehê diçin dibistanê, piştî nîvro dema ji dibistanê vedigerin heta roj diçe ava li nav enqazên taxa Gungor, Cûmhûriyet, Dizê, Eskî Kişla û Ormanê digerin û hesin, elemiyon û sifir berhev dikin.

‘PERÇEYÊN BIÇÛK JI ME RE DIMÎNIN'

Ji zarokan Ahmet Yaylayê 10 salî wiha dibêje: "Piştî kepçeyan mal rûxandin, xurdeyên mezin li TIR'an bar dikin. Nahêlin em nêzî wan bibin. Piştî bi temamî rûxandin qediya, dawiyê em diçin xurde û perçeyên biçûk berhev dikin."

‘EV DER BERÊ QADÊN ME YÎ LISTIKÊ BÛN'

Firat Îlke yê 13 salî jî dibêje em hem xurdeyan berhev dikin hem jî dilîzin û wiha got: "Zehemt e, lê heke em xurdeyan berhev nekin, wê berteref bibin. Bi vê ehm hinekî alîkariya malbata xwe jî dikin. Ev kuçe berê qadên me yî lîstikê bûn, lê belê niha hemû rûxandin."