Ji HDP'ê banga 4'ê Nîsanê

AMED - Navenda HDP'ê têkildarî 4'ê Nîsanê nivîsek ji hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re şand û xwet di 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê xwe bidin Amarayê.

12 salin gelê kurd tevî sazî dezgehên xwe di 4'ê Nîsanê de berê xwe didin Gundê Amaraya Xalfetiyê û diçin 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz dikin. Îsal jî li gel qedexe hatiye îlankirin jî dîsa gelê kurd tevî partî û rêxistinên xwe armanc dike ku biçin Amara. Rêxistina HDP'ê ’ê ji rêxistinên xwe yên bajar,navçe, meclis û parlamenteran re têkildarî pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê nivîs şand. Di nivîsê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat bibîrxistin û hat gotin ku dê îsal jî berê xwe bidin Amarayê. HDP'e di daxuyaniyê de wiha got: “Wekî her sal dê îsal jî di pêşengiya saziyên demokratîk de rojbûna birêz Abdullah Ocalan were pîrozkirin. Pêwîste rêxistinên me yên bajar û navçeyan bi boneya vê rojê çalakî, pîrozbahî û civînên gel li dar bixin. Lazime bajarên Amed, Mêrdîn, Wan, Agirî, Dîlok, Semsûr, Mêrsîn, Edene, Îzmîr, Stenbol bi awayekî çalak tev li meşa Amarayê bibin."


HDP’ê destnîşan kir ku dê astengiyên dewletê nas nekin û wiha got: “Pêwîste kesên ku li bajarên din werin Amareyê wisa plansazî bikin ku serê sibeha 4’ê Nîsanê de li Amarayê bin. Ger astengî werin derxistin divê bi israr meşa xwe ya ber bi Amarayê bidomînin.”

HDP’ê bang li hemû bajar û navçeyan kir ku roja 4’ê Nîsanê li gorî xweseriya bajar û navçeyan plansaziya pîrozbahiyan derxin û wiha bagn kir: “Divê li hemû deveran dar werin çandin. Divê bang li gel bê kirin ku li gorî girîngiya vê rojê tevbigerin û daran biçinin.” Di daxuyaniyê de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ku di meşa Amarayê ya 2009’an de ji aliyê leşker û polîsan ve hatin kuştin hatin bi bîr anîn.