3 parlementerên HDP'î jî dest bi greva birçîbûnê dikin

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebajat Tuncelê, dê parlementerên HDP'î Meral Daniş Beştaş, Ayhan Bilgen û Nihat Akdogan jî di 1'ê Nîsanê de ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.

Li girtîgehan greva bê dem û dorveger a girtiyên PKK û PAJK'î ku bi daxwaza dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rakirina ambargoya li ser gundan da bûn destpêkirin, ev 44 roj e didome. Li gel vê li Girtîgeha Sîlîvriyê parlementerên HDP'î Meral Daniş Beştaş, Ayhan Bilgen û Nihat Akdogan jî dê ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.

Hat zanîn ku dê parlementerên HDP'î sibê daxwaznameyê bidin Girtîgeha Sîlîvriyê û dê di 1'ê Nîsanê de ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.

Her wiha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, li Girtîgeha Sîlîvriyê jî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Nasrulllah Kuran, Çetin Arkaş ên di dema pêvajoya çareseriyê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê li cem Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diman û Gerînendeyê Karên Nivîsan a Rojanemya Ozgur Gundema bi KHK'ê hat girtin Înan Kizilkaya ragihandibûn ku dê sibê dest bi greva birçîbûnê bikin.

KONCA 6 ROJ E DI GREVÊ DE YE

Her wiha li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê jî Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ev 6 roj e di greva birçîbûnê de ye.