ÎZMÎR - Li Kadîfekaleyê 7 kes li ser îxbatan 15 deqîqe li pey hev hatine kirin bi îdiaya "molotof avêtine otobus û dibistanê" hatin girtin. Muxbîrêkî qala avêtine molotofê kir yê duyemîn jî qala ji bo çalakiya banga komkirinê dike.
Li navçeya Kadifekale ya Îzmirê di 6'ê mijdarê de Polîsên TEM'ê hemwext bi ser gelek malan de girt û 9 kes binçavkirin. Polîsan bi îdîaya di çalakiyên şermezarkirina girtina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yüksekdag û Selahattin Demîrtaş de otobus şewitandine û molotof avêtine dibistanê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî, ji 9 kesan 7 kesên bi navê Cemal Bulut, İlhan Yuksek, İsmail Akan, Mazlum Alp, Yakup Akguç, Agît Ozer û Murat Ulug, bi îdîaya "entamtiya rêxistinê ne" biryara girtinê da û şandin girtîgehe.
LI SER ÎXBARÊ HATIN GIRTIN
Dozgeriyê der barê 7 kesên hatin girtin de îxbara roja bûyerê esas girt û xwest bê girtin. Li gel kesên hatin girtin delîl pûç kirin jî dîsa heyeta dadgehê der barê 7 kesan de biryara girtinê da. Di îxbara yekem de hat diyarkirin ku saet di 12.53'an de çalaki ji aliyê "7-9" kesan de hatiye kirin û molotof avêtine. 15 deqîqe şûnde îxbara duyemîn hat kirin û hat diyarkirin ku banga komkirinê hatiye kirin û agahiya nasnameya 9 kesên hatin binçavkirin bi awayekî zelal hat dayîn. Otobusa ku hat îdîakirin ku molotof avêtine tenê cama pêşi hatibû şikandin, lê şopa şewatê nehat dîtin.
PIRTÛKA WÊJEYA KURD KIRIN DELÎL
Dozger der barê xwendekarê Zanîngehê Cemal Bulut ku hat girtin, îdîa kir ku di çalakiyê de cih girtiye. Her çendî Bulut îspat kir ku wê saetê heta êvarî li cihê kar bû jî vê carê pirtûka nivîskarê kurd Mehmed Uzun a Antolojiya Wêjeya Kurd wekî delîl nîşan da û sûcê "Endamtiya rêxistinê spart.
DI SAETA BÛYERÊ DE LI QAHWEXANEYÊ BÛ
Ciwanê bi navê Îlhan Yuksek jî her çend di wê saetê de li qahwexaneyê bû jî wekî di çalakiyê de hat nîşandan. Her çend Yuksek diyar kir ku li gel hevalê xwe Metin Boga heta saet 22.00'an bi Langirtê lîstiye jî dîsa hat sûcdarkirin û girtin.
NIVIŞTA KURDISTAN LI SER DELÎLA SÛC NÎŞANDAN
Polîsên ku tu delîl li ser Îsmail Akan ê berî ku bê binçavkirin 3 roj berê zewicîbû jî her çendî delîl nedîtin jî îdîa kirin ku molotof avêtiye û dema hat binçavkirin nivîşta li ser "Kurdistan" hatiye nivîsandin delîl nîşan dan.
KAMERA LI DAWETÊ POLIS EW LI ÇALAKIYÊ NÎŞAN DAN
Bi dîmenên kamerayan derket holê ku Mahsum Akboga di saeta bûyere de li dawetê ye, lê polîsan di girtek û fezlekeyên xwe de wekî ku di çalakiyê de ye nîşan dan. Mazlum Alp ê hat girtin jî ligel ji serî 70 rapora wî ya astengdariyê heye jî dîsa hat girtin. Der barê Murat Ulug ê hat girtin jî pirtûkê ku li mala wî hatin girtin û bûne xurde jî wekî delîl nîşan dan û kirin sedena girtina Ulug.
Cihan Başakçioglu - dihaber