MÊRDÎN - Li Taxa Abdulkadir Paşa ya Nisêbînê îro danê sibehê zarokan li erdî cismek dît, dema pê dilîstin di nav destê wan de teqiyabû. Ji wan zarokên Havin Guneş a 3 salî mir, Fatih Guneş ê 5 salî yê bi giranî birîndar bû jî, rewşa wî giran e.
Îro danê sibehê li Taxa Abdulakdir Paşa ya Nisêbîna Mêrdînê xwişk û birayên hev Havîn Guneş (3) û Fatîh Guneş (5) ê li erdê cismek dîtin û dema pê lîstin, cism di nav destê wan de teqiya bû. Havin û Fatihê bi giranî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Li gel hemû mudaxileyan jî Havîna 3 salî mir û Fatihê 5 salî yê bi giranî birîndar bû, rewşa wî giran e û di beşa lezgîn de tê ragirtin.
Tê payîn ku dê sibê li Nisêbînê cenazeyê Havînê bê definkirin.