'Penaber wekî koz tên bikaranîn'

ÎZMÎR - Parazvanên magên mirovan diyar kirin ku Tirkiye penaberan li dijî YE'yê wekî koz bi kar tîne û lihevnekirina di navbera Tirkiye û YE'yê de dibe ku penaberan bibe mirinê.

Endamê Komeleya Pira Gela n Ercan Ergîçay gotinên Serokomar Recep Tayîp Erdogan ên "Li min binêrin ger hûn hedê xwe derbas bikin em ê deriyên sînor vekin" nirxand û diyar kir ku Tirkiye penaberan li dijî Yeketiya Ewropayê (YE) wekî koz bikartîne.

Ergîçay, anî ziman ku biryara YE'yê ya sekindandina têkiliyên bi Tirkiyeyê re bandorek mezin li ser Tirkiyeyê kiriye û wiha got: "Tirkiye penaberan derdixe pêş. Em dizanin di 25'ê Mijdara 2015'an de Tirkiye û YE'yê peymanek îmze kirin. Têgîna bila penaber neyên Ewropayê em ê wan li Tirkiyeyê bigirin hebû û li dijî vê pere hat xwestin. Peymana ger hûn li dijî bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bêdeng bisekinin em ê penaberan li vir bigirin li holê bû. Niha bi van nelihevkirinan carekdin penaber anîn rojevê."

'DÊ PENABERAN BER BI MIRINÊ VE BIBIN'
Ergîçay, bi lêv kir ku Tirkiye penaberan wekî koz bikartîne û wiha pêde çû: "SErokomar Erdogan bi penaberan gerfan li Ewropayê dixwe. Li Tirkiyeyê gele penaber mirin û gelek di şertên xirap de dijîn. Divê li penaberan wekî mirovekê bê nêrîn, li dijî YE'yê divê wekî koz neyê bikaranîn. Îktîdarê digot 'em ji penaberan re mafê hemwelatiyê bidin' lê li Tirkiyeyê statu jî ne dan penaberan. Tenê bi qanûnekî derbasdar re tên hewandin. Gelek dem li ser gotina hemwelatiyê re ne çûye niha wekî koz bikartîne. Ev nayê qebûlkirin."

Ergîçay, da xuyakirin ku ger ji bo penaberan deriyên sînoran bên vekirin dê mirin zêde bibin û wiha domand: "Lihenekirina di navbera Tirkiye û YE'yê dê bi ser penaberan de biteqin. Di bazara ku hatiye kirin de penaberên ku ne xwedî mafê gotinekê ne dê di encama bazarê de ber bi mirinê ve bên rêkirin. Dê gelek penaber jiyana xwe ji dest bidin. Ez bang li îktîdar û YE'yê dikim, penaber vê heq nakin, divê em wekî mirovan li wan temaşe bikin. Divê em ji bo wan şert û mercên mirovane amade bikin. Divê em wekî gef ne bînin û li dijî YE'yê bikar neyînin."

'PENABERÎ BIRÎNA MIROVAN A XWÎN JÊ TÊ YE'

Endamê Komîsyona Penaberan û Rêvebirê Navenda Giştî yê ÎHD'ê Mehmet Aker jî bi gotina "mafê jiyanê tune tê hesibandin" bertek nîşan da û wiha axivî: "Mixabin penaberî birîna mirovan a xwîn jê tê ye. Penaberên ku rastî hemû binpêkirinên mafan tên, niha jî li dijî YE'yê wekî kozekê tên bikaranîn. Em wekî parêzvanên mafê mirovan em dixwazin penaberên ku tên welatên din statuya penaberiyê ji wan re were dayîn û bi riyên ewlehiyê derbasî welatek din bên kirin."