DÎLOK- Du birayên hev Xalid Cuma Muse (12) û Beşîr Cume Muse (16), li Helebê di encama teqîna cismekî de bi giranî birîndar bûne û li Dîlokê bi cih bûne. Dema her du bira birîndar bûn dayika wan li Helebê dimîne. Lê niha ji ber şerê li Sûriyeyê û sînorê Tirkiyeyê dayik û xwişk û birayên wan ên din nikarin bên Tirkiyeyê.
Du birayên hev Xalid Cuma Muse (12) û Beşîr Cume Muse (16), ku wek bi milyonan zarokên Rojhilata Navîn ew jî mexdûrên şer in. Her du bira li Heleba Suriyeyê di encama teqîna cismekî de birîndar bûn û bi ambulansê ew derbasî Tirkiyeyê kirin. Her du bira du meh berê, li Helebê cismek ji bermayiyên DAIŞ'ê mayî dîtin. Dema bi vî cismê nediyar ve dilîstin, cism bi wan de teqiya. Di encama teqîna cisim de Beşîr ji milê xwe yê çepê bû û Xalid jî ji lingê xwe yê çepê bi giranî birîndar bû.
TIŞTA KU KÊFA WAN TÎNE ÇIVÎKA BI NAVÊ HISO YE
Her du bira ji ber birînên xwe nikarin derkevin derve û di odeyekê de asê mane. Tişta dilê wan xweş dike tenê 5 çivîkên wan in. Her du bira ji derveyî dengê çivîkên xwe tu dengî nabihîsin. Bi taybet bi çivîka bi navê Hiso re dema wan dibuhure. Wekî din di odeya wan a biçûk de topek teqiyayî heye. Her du bira li benda tedawiyê ne.
HERÎ ZÊDE NEBÛNA DAYÎKÊ DERUNIYA WAN XIRAB DIKE
Her du bira li gel bavê xwe ji bo tedawiyê bi ambulansekê ji Helebê di ser Kilîsê re derbasî Dîlokê bûne û li Taxa Vatanê ya Şahînbeyê rûdinên. Dema ku zarok derbasî Dîlokê bûn, ji ber ku dayika wan bênasname bû nikaribû bi zarokên xwe re derbasî Dîlokê bibe. Bavê zarokan Cuma Muse diyar kir ku, tişta herî zêde deruniya zarokên wî xirab dike nebûna dayîka wan e.
DÎWARÊ TIRKIYÊ DI NAVA WAN Û DAYÎKA WAN DE YE
Bav Muse da zanîn ku, ew nikare baş li zarokan binere, pêdiviya wan bi hezkirin û eleqeya dayika wan heye. Dema ku Bav Muse û her du bira ji Helebê hatin Dîlokê, dayika wan bi 5 xwişk û birayê wan re li Helebê ma. Ji ber ku diwarê ku dewleta tirk di nava Rojava û Bakurê Kurdistanê de lêkirî, dayîka Xalid û Beşîr nikare were cem wan.