Ozmen: Guhertina Qanûna Bingehîn dê pirsgirêkan kûrtir bike

AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, dest nîşan kir ku dê guhertina Qanûna Bingehîn bi xwe re beriya her tiştî li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkê din kûrtir bike û got, heke di referandûmê de “Na” jî “Erê” jî derbikeve dê pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a nû, sivîl, azad û demokratîk hebe.

Dê di 16’ê Nîsanê de referandûma guhertina Qanûna Bingehîn pêk bê. Her ku diçe referandûm nêz dibe û nîqaş û rageşiyên li ser referandûmê jî zêde dibin. Mijar û rojeva referandûmê di nav nîqaşên her aliyan de cih digire. Yek ji van aliyan jî ku demek berî niha li hember guhertina qanûneke bingehîn a ku ne di nav şert û mercên demokratîk dê bê çêkirin nerazîbûna xwe aşkere kiribû Baroya Amedê bû. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî li ser girîngiya referandûmê ji dîhaberê re axivî.

‘PIRSGIRÊKAN ÇARESER NAKE, KÛR DIKE’

Ozmen diyar kir ku, wan wek Baroya Amedê dema ev pêşnûmaya guhertina Qanûna Bingehîn di rojeva meclîsê de bû daxwaz kiribûn ku ev guhertin paş ve bê kişandin û wiha got: “Ji ber şert û mercên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, aloziya heyî guhertina Qanûna Bingehîn xelet e. Li şûna ku li Tirkiyeyê ev guhertin beriya her tiştî pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên neteweyên din çareser bike û bibe alîkar, dê bi xwe re dubendiyê û veqetandinê bîne. Bi destpêka xebatên referandûmê re tabloya dubendiyê car carinan xwe nîşan dide. Ji ber vî awayî pêwîst e ku guhertina Qanûna Bingehîn pêk neyê.”

‘DIVÊ QANÛNEKE BINGEHÎN A KU HER KES XWE TÊ DE BIBÎNE BÊ ÇÊKIRIN’

Ozmen balê kişand ser pêvajoya çêkirina naveroka Qanûna Bingehîn û wiha axivî: “Naveroka makeqanûnê ji bo demokrasiyê û rewabûnê xwedî girîngiyekê ye. Divê qanûneke bingehîn a ku hemû reng, bawerî, netew û çand bi karibin xwe tê de bibînin bê çêkirin. Li gel vê yekê jî lazimî bi qanûneneke bingehîn ya azad û nûjen heye. Li Tirkiyeyê tu kes Qanûna Bingehîn a 12’ê Îlonê naecibîne. Her çi qas bi dehan caran hatibe guhertin jî, lê tu kes wê naecibîne. Pêdiviya herî mezin bêguman bi destûrek bingehîn a ku dê azadî û demokrasî bibe para her kesî heye. Ji ber pevçûn û şerê li heremê û pêkanînên OHAL’ê tu zemînek propagandaya referandûmê li bajarên heremê nîne. Ev yek bi awayekî aşkere dixuyê. Çi dibe bila bibe, li gorî me divê qanûneke bingehîn a ku nêrîna hemû beşên civakan û partiyên siyasî di xwe de dihebîne bê çêkirin. Saziyên civakî xwedî gelek tecrubeyan e û divê ev tecrûbe neyên jibîrkirin. Di navbera salên 2010-2014’an de hema bêje parlementoya ku di der barê mijara Qanûna Bingehîn de xebat bi rê ve nedibirin, tu saziyên sivîl neman ku nêrîn û pêşniyarên xwe ji meclîsê re rê nekirin. Lê ew daxwazî bi cih nehatin. Lê heke ku li wan metnan, ked û nêrînan bê guhdarîkirin pêkane ku qanûneke bingehîn a nû bê çêkirin."

‘NA JÎ ERÊ JÎ DERBİKEVE, DÎSA JÎ PÊDIVÎ BI QANÛNEKE BINGEHÎN A NÛ HEYE’

Ozmen des tnîşan kir ku, heke di 16’ê Nîsanê de “Na” jî û “Erê” jî derbikeve, lê dîsa jî wê pêdiviya bi qanûneke bingehîn nû, sivîl û azadîxwaz ji holê ranebe û got, dê ev pêdivî her tim hebe. Ozmen balê kişand ser girtina hevserok, parlementerên HDP’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di parlementoyê de 4 partî hene. Lê hevserokên giştî, parlementer û gelek rêveber û endamên partiya 3’emîn a mezin di girtîgehê de ne. Hevserok û parlementer di pêvajoya guhertina Qanûna Bingehîn de ne li meclîsê bûn û cih negirtin. Bêguman vê ya bi awayekî zêde bandoreke neyînî li demokrasiyê dike. Me bi dehan car ev anî ziman; heke di pêvajoya guhertina Qanûna Bingehîn de ev siyasetmedar girtî bin ne rast e ku Qanûna Bingehîn bê çêkirin."

Bîlal Guldem - dîhaber