Mehmet Ocalan: Em her kesî vedixwînin Amarayê

RIHA - Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan her kesî vexwand rojbûna Ocalan û wiha got: “Dibe ku em di demek nexweş û hesas re derbas dibin, lê divê rojbûna Ocalan bê pîrozkirin. Em hemû gelê xwe vedixwînin Amarayê.”

Dê di 4’ê Nîsanê de li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetiya Rihayê, 68’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê pîrozkirin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan her kesî vexwand pîrozbahiya rojbûna Ocalan.

Ocalan diyar kir ku, ew di 4’ê Nîsanê de her kesî, gelê kurd, tirk û hemû mirovên xwe vedixwînin Amarayê û wiha got: “Dibe ku em di demek nexweş û hesas re derbas dibin, lê divê rojbûna Ocalan bê pîroz bikin.”

‘DIVÊ EM ROJBÛNA SEROK PÎROZ BIKIN’

Her wiha Ocalan wefata xwişka xwe Eynê Yildirimê jî bi brî xist û wiha got: “Ji aliyekî ve em xemgîn in, li aliyê din jî em ê ji bo rojbûna Serok werin cem hev. Piştî Serok, di malbatê de ji bo têkoşîn û tevegra gelê kurd kesa herî keddayî xwişka Eynê bû. Zarokên wê çûn. 4’ê Nîsanê tenê ne rojbûna Serok, hevdîtina gelê me û malbatê ye jî. Bîranîna çareseriya pirsgirêka mezin a gelê kurd e. Em bang li dewletê jî dikin, dibe ku fikrê Serok li dijî sîstema we be, lê mafê her kesî yê demokratik û huqûqî heye. Bila roja rojbûna Serok ji me re tu pirsgirêkê dernexin.”

‘OCALAN ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA ROJHILATA NAVÎN E’

Ocalan anî ziman ku, ev 5 sal e parêzerên Abdullah Ocalan nikarin pê re hevdîtinê çêbikin, 6 meh e malbatê jî bi tu awayî agahî jê nestendine û wiha domand: “Em nizanin ev 6 meh e li Îmralî çi heye çi nîne. Em bang li mirovên demokrat û biwijdan dikin ji bo hevdîtina bi Serok re zextê li dewletê bikin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn pirsgirêkek mezin heye, pirsgirêka gelan heye, tenê çareserî li Îmraliyê ye. Ji bo vê jî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ji bo rawestandina xwînê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin.”