ANTALYA - Welatiyên navçeya Elmaliyê diyar kirin ku ew ê di referandumê de ji bo pêşeroja zarokên xwe ya Tirkiyeyê dê dengê "Na" bi kar bînin.
Bi nêzîkbûna referanduma 16'ê Nîsanê eniya "Na" her diçe xurtir dibe. Li Antalyayê jî xebatên "Na" her di berfirehtir dibe. Li navçeya Elmali ya Antalyayê welatiyan diyar kirin ku ew ê di referandumê de bibêjin "Na". Welatiyê bi navê Yakup Yildirim ê 35 salî wiha got: "Ger ku em bibêjin 'Erê' em ê pêşeroja zarokên xwe bixin xetereyê. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim Na." Yildirim got ku heta niha hikûmetê ji bo wan tiştek nekiriye û dê ji bo vê yekê jî dê dengê "Na" bi kar bîne.
'EM ÇIMA DEV JI DEMOKRASIYÊ BERDIN'
Jina bi navê Hulya Çetînkaya ya 30 salî jî pirsa "Çima yek rêber hebe, çima hemû raye di destê şexsekî de kom bibe" kir û got ku di vî referandumê de ji bo li Tirkiyeyê pir dengî hebe dê bibêje "Na". Çetînkaya wiha berdewam kir: "Çima em ji dev ji demokrasiyê berdin, çima em sîstema padişahiyê qebûl bikin." Çetînkaya destnîşan kir ku di referandumê de gotina "Erê" tiştekî nede gel û ji ber vê yekê jî dê bibêje "Na". Çetînkaya xwest hemû kes dengê "Na" bi kar bînin.
'YA KU TÊ DENGDAN NE BERJEWENDIYÊN TIRKIYEYÊ YE YA MALBATEKÎ YE'
Mamosteyê teqawît Abdurrahman Yamak ê 60 salî jî got ku Tirkiye bi "Erê" û "Na" bûye du parçe û dê "Erê" gelek zirarê bide welat lê "Na" dê sudewar be. Yamak diyar kir ku ew ê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û nifşên nû bibêje "Na". Yamak got ku divê ji bo ku komarekî îstikrar bê parastin gel bi îradeya xwe ya azad biçin sandoqan û bibêjin "Na" û heke nebêjin "Na" dîktatorî û padîşahî bê welat. Yamak destnîşan kir ku di referandumê de gotina "Erê" dê Tirkiyeyê sed sal paş ve bibe û kesên aqliselîm divê bibêjin "Na". Yamak wiha axivî: "Di vî referandumê de berjewendiyê Tirkiyeyê na yê malbatekî heye. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê divê hemû kes bibêjin 'Na', ji bilî vê çare nîne."
'JI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ JINAN BÊ RAWESTANDIN NA'
Hamdiye Yucel jî got ku ji bo Tirkiye bibe welatekî pêşketî û paşve neçe bibêje "Na". Yucel polîtîkayên hikûmetê ya der barê jinan de jî rexne kir û wiha axivî: "Ji bo êrîşên li dijî mafên jinan bên rawestandin ez ê bibêjim Na. Ji bo pêşîlêgirtina tacîz û tecawîzan ez ê bibêjim Na. Ji bo îstismara li dijî zarokan bê rawestandin ez ê bibêjim Na. Ji bo ku kujer bên cezakirin divê bibêjin Na."