STENBOL -Dergûşa Mîrazê biçûk ê bi dayika xwe Gulistan Diken Akbaba re di girtîgehê de ye, li benda wî ye. Dapîr, bapîr û bavê Mîraz ê ji bo hevdîtina wî û dayika wî çûn girtîgehê, xwestin Mîraz û dayika wî bên berdan.
Gulistan Diken Akbaba ya hat girtin, 41 roj e tevî kurê xwe yê 7 mehî Mîraz li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin.
Gulistan Akbaba, di sala 2012'an de hatibû girtin û 2 salan di girtîgehê de mabû û paşê hatibû tehliyekirin. Piştî cezayê wê hat tesdîqkirin, dema tevî hevjîn û kurê xwe li Maltepey digeriyan, bi hinceta der barê wê de biryara zevtkirinê heye, di 19'ê Sibatê de wê û kurê wê şandin Girtîgeha Bakirkoyê.
Mîrazê ku tevî dayika xwe di girtîgehê de ye, niha 8 mehî ye û her wiha li malê jî dergûşa wî bi awayekî vala li odeya wî ye. Bavê wî diyar dike ku, her ku ew diçe malê dengê giriyê Mîraz li ber guhê wî dikeve. Akbaba, anî ziman ku dema ew ji kar vedigeriya tim bi Mîraz re dilîst, lê niha ew tenê li malê dimîne û bêyî Mîraz û hevjîna wî dem qet nabihure.
Akbaba, diyar kir ku hevjîna wî û kurê wî bi awayekî derhuqûqî tên ragirtin û wiha axivî: "16'emîn Dadgeha Taybet (OYM) a ceza da, bi hinceta derhuqûqî kiriye hat girtin. Paşê ji heyeta dadgehê 3 kes hatin girtin, kesek jê jî niha qaçax e. Dadwer Mehmet Ekinci meha çûyî qaçax bû û li Yalovayê hat girtin. Ev dadgeh dadgeheke derhuqûqî û deredaletiye. Her wiha ev dadwer ji peywirê hatine dûrxistin. Bi biryara kesekî ku ji dadweriyê hatibe dûrxistin, Gulistan û kurê min ê 8 mehî di girtîgehê de ne."
'WEK GIRTIYEKÎ SIYASÎ BE NÊZÎ MÎRAZ DIBIN'
Akbaba, diyar kir ku piştî hevjîna wî û kurê wî şandin girtîgehê 10 roj şûnde wî hevdîtin bi wan re çêkiriye û wiha got: "Min li pişt camê Gulîstan û kurê xwe dît. Hûn nikarin dest bidin kurê xwe, hûn nikarin wî hembêz û maç bikin. Hûn bi telefonê diaxivin. Hemû xizmên tên hevdîtin zaf li ber dikevin. Bêyî ku em tiştekî biaxivin em vedigerin û piştî her hevdîtinê bi qasî 3-4 saetan em nayên ser hişê xwe." Akbaba, diyar kir ku hevdîtinên girtî kirine nîv saet û wiha got: "Em 5 kes in, bêyî em tiştekî biaxivin vedigerin. Em dixwazin wî bînin cem me, lê destûrê nadin. Tenê em li hev dinihêrin."
Akbaba yê daxwaza edaletê kir, anî ziman ku dosye ji serî heta binî dosyeyeke neheqiyê ye. Akbaba, diyar kir ku wan hewl daye xwe bigihînin Serokomar Erdogan û Wezareta Dadê û got, lê belê xwe li bêdengiyê datînin.
Akbaba, dest nîşan kir ku girtîgehê ne ew cihe ku pitik karibin lê bijîn û wiha axivî: "Divê bi hevtemenên xwe re be, divê tavê bibîne û pêl axê bike. Bû 8 mehî. Divê zexîreyên din bo wî bên dayîn. Lê li girtîgehê ev şert tune ne. Gulîstan û jinên girtî yên din nanê diyetê dinivîsnin û bi vî awayî dixwazin ji bo Mîraz tiştekî bikin, lê ev têr nake."
Akbaba herî dawî wiha got: "Dema Mîraz mezin bibe û navê xwe li înternetê binivîse, nizanim dê çi bifikire."
LI PAŞ CAXÊN HESINÎ LI NEVIYÊ XWE DINIHÊRE
Dapîr Gulsum Diken jî diyar kir ku, dema ew ji bo hevdîtinê diçe, li paş caxên hesinî neviyê xwe dibîne û wiha pirsî: "Dema mirovek destê xwe nedê dê çi hîs bike?"
‘MÎRAZ TIM DI BÎRA MIN DE YE'
Diken wiha behsa dema hevdîtinê kir: "Dema em diçin tevî diya xwe tê. Pêşî wisa heyr heyr dinihêre, nas nake. Hewl dide nas bike. Li pişt caman em destê xwe jê re dihejînin û bi vî awayî xwe pê didin nasandin. Dema diya wî telefonê dide ber guhê wî, dengê me dibihîse û dikene. Jinên girtî dema tên jê re stranan dibêjin, dilîze. Ji bo em bibînin van tiştan dikin. Kêfa me tê. Lê paşê bi xemgînî em vedigerin. Dema em tên malê, wê şevê xew bi çavên min nakeve. Mîraz ji bîra min dernayê."
Diken, anî ziman ku Mîraz nû nû hîn bûye ku dibêje "aba" û "bavo" û çaplîka dimeşe û wiha got: "Em dixwazin neviyê me li cem me be. Bila tevî diya xwe bên berdan."
Bapîr Muzaffer Diken jî wiha got: "Ya niha em hîs dikin ew e ku Mîraz ne li cem me ye. Ev tiştekî nexweş e. Tenê yên dijîn bi vê rewşê dizanin. Dema em diçin girtîgehê em li paş camê dinihêrin. Em nikare destê xwe bide me, em jî nikarin destê xwe bidin wî. Ev îşkence ye. Ji ber li girtîgehê ez wî di wî halî de dibînim, niakrim îdare bikim. Min 5 deqîqeyan wî li pişt camê dît, min bi xwe nikaribû û bi girî derketim derve."