STENBOL - Li Stenbolê welatiyan dest nîşan kir ku, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan navê hişyarbûna kurdan e û wiha gotin: "Heta ku Rêberê me li Îmraliyê be, dê aştî neyê vê xakê."
Li Stenbolê welatiyên ku balê kişandin ser şert û mercên girtîgehê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha gotin: "Ocalan temînata aştiyê ye. Heke ew azad bibe, dê hemû krîz bên çareserkirin."
Welatiya bi navê Ceylan Ozer wiha got: "Dema kurd bi temamî tune dihatin hesibandin, bû navê hişyarbûna kurdan. Ji bo azadiyê em hişyar kirin. Dayikên me, şehîdên me bi saya wî têkoşînê nas kirin. Ji ber vê yekê, divê Ocalan azad be."
'OCALAN RÊBERÊ ME YE'
Meltem Saglam anî ziman ku Ocalan rêberekî gel e û wiha axivî: "Rêberê me hemûyan e. Heta ew azad nebe, kes ji me azad nabe. Ew gelekî temsîl dike. Em demildest azadiya Rêberê xwe dixwazin." Saglam, diyar kir ku divê tu mirov di bin mercên tecrîdê de neyên girtin û wiha got: "Malbata xwe nabîne, parêzerên xwe nabîne. Ev li dijî mafên mirova ye. Divê demildest dawî li van şert û mercên tecrîdê bê."
‘BÊYÎ OCALAN AŞTÎ NEPÊKAN E'
Hamdiye Aksoy jî wiha got: "Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em naxwazin ne li gerîlla ne jî li lşekriyê zarokên me bimirin. Êdî em aştiyê dixwazin. Têra xwe kezeba me dayikan şewitî. Bila yên dayikên din neşewite. Bila êdî xwîn neherike." Aksoy, diyar kir ku çarenûsa gelê kurd di destê Ocalan de ye, heta Ocalan azad nebe, ew ê jî azad nebin û wiha got: "Bêyî Ocalan aştî nepêkan e."
'DÊ DI NEWROZA BÊ DE BANGÎ ME BIKE'
Tacdin Kiliç ê got "Di demeke kurt de em dixwazin Rêberê me di nav me de be" wiha got: "Êdî ji her demê bêtir azadiya gelê kurd nêzîktir bûye. Em ê Rêberê xwe azad bikin. DIvê ev wisa bê zanîn. Bila gelê me bawer bike, dê di Newroza sala bê de Rêberê me li ser dika Newrozê bangî me bike. Niha em ji her demê bêtir wêrek in."
Aysel Koca ya daxwaza azadiya Ocalan kir wiha axivî: "Evqas sal bi tena serê xwe di hucreyekê de tê ragirtin. Ev li dijî mafên mirova ye. Heke Rêberê me derkeve dê aştî pêk bê, dê xwîn neherike. Dê bibînin ku mirov bi awayekî demokratîk çawa dijîn. Bi vê bawer im. Sedema evqas rewşa Tirkiyeyê ber bi nebaşiyê ve diçe, girtina wî ye."
‘RIZGARIYA GELAN DI DEST WÎ DE YE'
Vahit Dalgiç jî diyar kir ku azadiya gelê kurd girêdayî azadiya Ocalan e û wiha axivî: "Ev rêbereke wisa ye ku xarmanek ji komunîz, sosyalîzmê çêkir û weada jiyaneke nû kir. Ji bo vê jiyane, şerteke ev Rêber hebe. Heke di vê meşa pîroz de ew ne di nav me de be, em ê wê riyê şaş bibînin. Ji bo vê divê di nav me de be û ji me re rêbertiyê bike. Rizgariya hemû gelan di dest wî de ye."
Raife Taşkindemir jî dest nîşan kir ku Ocalan ew kes e ku dikare aştiya cîhanê pêk bîne û wiha domand: "Tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû cîhanê dikare aştiyê pêk bîne. Mixabin ev nirx ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê zanîn. Em jî ji bo têdikoşin. Bila baweriya xwe bi polîtîkayên faşîzm û îmhakirinê yên bi salan e li Kurdistana Bakur têne meşandin neyînin. Em ê bîad nekin."
‘HETA KU RÊBERÊ ME LI ÎMRALIYÊ BE DÊ AŞTÎ NEYÊ'
Muhammet Akman wiha got: “Heke ew azad bibe, dê aştî, biratî û wekhevî pêk bê. Heta ku ew di zindanê de be, dê gelek jî di zindanê de be. Divê dost û dijmin baş zanibin ku, bi çewisandin û girtinan nikarin me bitepisînin. Heta ku Rêberê me li Îmraliyê be dê aştî neyê vê xakê. Li vir bang hemû rayedaran di serî de jî bang li Erdogan dikim. Divê bi awayekî aqlîselîm bifikirin û êdî peywira dikeve ser milê wan bi cih bînin. Divê di navbera van gelan de aştiyê pêk bînin."
Serhat Baysal jî wiha got: “Ji bo nêvenga aştiyeke rasteqîn divê bi awayekî fizîkî azadiya Serokatî neyê paşguhkirin. Jixwe ew di warî ruhî û zihnî de azad e. Lê ji bo azadiya wî ya fizîkî ji barekî zêde dikeve ser milê me ciwanan." Baysal, bang li ciwanan kir da ji bo azadiya Ocalan bitêkoşin.