AMED - Dê di 1'ê Nîsanê de Serokomar Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim li Amedê mîtîngekê li dar bixin. Hat zanîn ku beriya mîtîngê, Navenda Giştî ya AK Partiyê, ji bo weadan ji Ajansa Pêşvebirinê ya Karacadagê daxwaza projeyan kiriye.
Dê di 1'ê Nîsanê de li Amedê bi beşdarbûyîna Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim mîtîngek bê lidarxistin. Beriya mîtîngê ling û piyên saziyên dewletê yên li bajêr li hev ketine. Tê payîn ku dê Erdogan û Yildirim di bernameya li ber Walîtiyê bê amadekirin biaxivin. AK Partî û Serokomor Erdogan ê berê li Qada Îstasyonê mîtîng li dar dixsitinî vê carê de li ber walîtiya ku hawirdora wê bi bariyeran hatiye girtin mîtîngê li dar bixin.
Beriya mîtîngê, li gel gelek saziyên dewletê alîkarî ji Ajansa Pêşvebirinê ya Karacadagê jî hat xwestin. Hat zanîn ku, Navenda Giştî ya AK Partiyê, beriya niha bi hefteyekê pêwendî bi Ajansa Pêşvebirinê ya Karacdagê re pêwendî danîne û ji bo weadên ku Erdogan bide daxwaza çêkirina projeyan kiriye. Heman ajans berê jî hin projeyên veberhênaniya pîşesaziyê amadekiribûn, lê yek ji wan jî nehatibû çêkirin. Tê diyarkirin ku ji bo vê mîtîngê jî, ji ajansê daxwaza çêkirina projeyên destekirina îstihdama çandiniyê û sektora çandiyê hatiye çêkirin.