Dê hezar parêzer sindoqên li Enqereyê biparêzin

ENQERE - Baroya Enqereyê ya diyar kir ku ji bo ewlehiya sindoqan şik û gumanên wê hene, di çarçoveya projeya 'ji bo her sindoqê parêzerek' de, ji bo hezar parêzerî perwerdehiya ewlehiya sidnoqan kir.

Der barê referandûma 16'ê Nîsanê de yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin, mijara ewlehiya hilbijartinê û sindoqan e. Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran diyar kir ku wan ji ber vê şik û gumana ewlehiya hilbijartinê û sidnoqan "Projeya Ji Bo Her Dibistanê Parêzerek" daye destpêkirin.

Canduran, bi bîr xist ku berê di çopan de pusûleyên dengan ên mohrkirî hatine dîtin û wiha axivî: "Li herêmên sindoqan tim ceryan tê qutkirin; dibêjin 'pisîk ketiye trafoyê'. Partiyên siyasî, perwerdehiya 'dema ceryan hat qutkirin li ser sindoqan rûnên' dide muşahîdan. Dîsa di her hilbijartinê de bi sedan, bi hezaran kes ên dema dengên sexte bi kar tînin tên zevtkirin. Ev hemû dibin sedema şaîbebûna hilbijartinan."

‘EM Ê NAVENDA HUQÛQ Û EWLEHIYÊ YA REFERANDÛMÊ AVA BIKIN'

Canduran, dest nîşan kir ku hilbijartin şolena demokrasiyê ne û divê bi tu awayî rewşeke şaîbeyî tune be û got, wek Baroya Enqereyê ew di her hilbijartinê de Navenda Huqûq û Ewlehiyê ya Hilbijartinê ava dikin. Canduran, dest nîşan kir ku ew ê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî Navenda Huqûq û Ewlehiyê ya Hilbijartinê ava bikin.

‘DIVÊ DENGEKE JÎ WINDA NEBE'

Canduran, ragihand ku wan ji bo refereandûmê "Projeya Ji Bo Her Dibistanê Parêzerek" daye destpêkirin û wiha axivî: "Çimkî em wisa difikirin ku divê di vê referandûmê dengeke jî neyê windakirin."

‘PARÊZER DER BARÊ HERÊMÊN SINDOQAN DE DIXEBITIN'

Canduran, diyar kir ku di çarçoveya "Projeya Li Her Dibistanê Parêzerek" de, dê di referandûmê de li seranseriya Enqereyê 9 hezar û 11 sindoq bên danîn û dê 3 milyon û 237 hezar û 446 dengên bên bikaranîn û got, parêzer der barê herêmên sindoqan de dixebitin.

‘DÊ HEZAR PARÊZER BÊN PEWYIRDARKIRIN'

Canduran, ragihand ku wan li navçeyan û herêmên sindoqan yeko yeko pêdivî diyar kirine, got ew perwerdehiya huqûq û ewlehiya hilbijartinê didin hevpîşeyê xwe yê di vê projeyê de peywirê digirin. Canduran wiha axivî: "Em ê roja referandûmê li herêmên sidnoqan hezar hevalên xwe yên parêzer peywirdar bikin. Dê hevpîşeyên me heta karê dengdayîn û hijmartina dengan neqede, ji dibistanan veneqetin."

‘DÊ PARÊZER LI GOR HUQÛQÊ ÇAVDÊRIYÊ BIKIN'

Canduran, diyar kir ku parêzerên ku di projeyê de cih digirin dê çavdêriya ka karên dengdayînê li gor huqûqê tê kirin an na raçav bikin û ev agahî dan: "Dema rastî rewşeke derhuqûqî bên, dê pêwendiyê bi Navenda Huqûq û Ewlehiyê ya Referandûmêr e deynin. Dê der barê îhlalkirinên li herêma sindoqan de girtekan bigirin û vana ragihînin meqamên eleqedar."

‘DÊ REWŞÊN GUMANBAR RAGIHÎNIN NAVENDÊ'

Canduran, dest nîşan kir ku dê li Navenda Huqûq û Ewlehiya Referandûmê parêzerên pispor cih bigirin û wiha got: "Di dengdayîn û karên jimariya dengan de dema welatî rastî rewşeke gumanbar hatin dikarin pêwendiyê bi navendê re deynin." Her wiha Canduran, dest nîşan kir ku dê hemû îxbarên bên ragihandin bi awayekî tîtîz bên niraxandin.