MÊRDÎN- Dayika girtiyê bi navê Cengiz Dogan ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê 45 roj in di greva birçîbûnê de ye Şukriye Dogan diyar ku girtiyên di greva birçîbûnê de rastî şîdetê tên û ew tazîkirine. Dogan banga "divê dayik li hemberî van zextan rabin ser piyan û bibin parçeyeke berxwedana zarokên xwe" kir.
Li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên PKK û PAJK’î ku bi daxwaza dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, binpêkirina mafan ên li girtîgehan û dawîlêanîna çewisandin û pêkûtiyên li ser gundan hatîbûn destpêkîrin berdewam dike û girêdayî vê li hin girtîgehan li ser girtiyan jî zext zêdetir bûn. Dayika du girtiyên bi navê Yakup Dogan ê li Girtîgeha Afyonê ev 4 roj in û Cengiz Dogan ê li Girtîgeha Şakranê ya Aliagaya Îzmîrê 45 roj in di greva birçîbûnê de ye, Şukriye Dogan li ser rewşa kurê xwe axivî û hin zextên li girtîgehan diqewime rawestiya.
ÎDIAYA 'GIRTIYAN TAZÎ DIKIN Û DIXIN HUCREYÊN YEK KESÎ'
Dayîk Dogan da zanîn ku, ji ber destûrnedayîna rêveberiya girtîgehê ew nikare bi kurê xwe yê li Afyonê ev nêzîkê 2 sal in girtî ye re hevdîtinê çêbike. Dayik Dogan got, kurê wê ji madeyê xw eemeliyat bûye û li gel rewşa xwe jî di demên dawîn de wî ji ber dermankirinê nabin nexweşxaneyê. Dayîk Dogan ragihand ku ew bi kurê xwe yê Cengîz ê li Girtîgeha Îzmirê tê girtin re jî hevdîtinek pêk aniye û di hevdîtinê de kurê wê ev agahî dane wê: "Kurê min pir zeyîf bibû lê pir bi biryar bû. Kurê min got, 'Hevalên me yên di çalakiya birçîbûnê de ne dixin hucreyên yekkesî û ew tazî dikin. Gardiyan şidetê jî li çalakvanan dikin û di nîvê şevê de tên li ber derî girtiyan tacîz dikin' Cilên wan jî desteserkirine û tiştekî nadin wan heta qayîş û solên wan jî ji wan stendine."
'DIVÊ EM BIBIN PARÇEYEKE BERXWEDANA ZAROKÊN XWE'
Dayîk Dogan anî ziman ku divê dayîk li hemberî van zextan rabin ser piyan û bibin perçeyeke berxwedana zarokên xwe. Dayîk Dogan bi lêv kir ku zarokên wê yên di girevê de ne, di nav kêfxweşiyek mezin de ne û wiha berdewam kir: “Ez ne tenê dayika Cengîz û Yakup im. Ez dayika hemû girtiyan im û heta damla xwîna xwe ya dawîn ez ê li pey doz, serok û zarokên xwe bim."
Dayik Dogan got, ew bi zarokên xwe serbilind e û bi van gotinan sedema serbilindiya xwe anî ziman: “Ew ji bo gel û serokê xwe têdikoşin. Ez jî pir dixwazim dest bi çalakiya birçîbûnê bikim, ji ber ku dema zarokên min birçî bin xwarin di qirika min de naçe.”
Li ser vê em li girtîgehê geriyan. Lê îdareya girtîgehê der barê îdiayên ku ji aliyê dayika Dogan ve hatin ragihandin, bi hinceta ewlehiyê pirsên me nebersivandin û gotin, ew der barê mijarê de nikarin agahî bidin.