ÊLIH - Li Êlihê, mamosteyê 14 salan Reşat Akinci yê hat îxrackirin, niha li cem kekê xwe li ser înşeatê dixebite. Akinci wiha got: "Heke di referandûmê de 'Na' derkeve, dê li pêşiya rojên ronî hebin. Lê heke, 'Erê' derkeve, dê pêşerojeke hîn tarîtir li benda me be."
Maosteyê 14 salan ê Dibistana Seretayî û endamê Egîtîm Sen'ê Reşat Akinci (44) ê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin, niha li cem kekê xwe li ser înşeatê karê îzolasyonê û ajokariyê dike. Akinci, dest nîşan kir ku ji ber wan doza aştiyê kiriye hatine îxrackirin û got, ew ji aliyê kesên ku doza şer dikin hatine îxrackirin.
‘EM NE BIRÇÎ DIMÎNIN Û NE JÎ TESLÎM DIBIN'
Akinci yê got "Me îxrac kirin, lê belê jiyana me didome" wiha axivî: "Yên me îxrac kirin wiha fikirîn; 'Heke em vana îxrac bikin, dê birçî bimînin û em ê wan bi birçîbûnê teslîm bigirin.' Li kuderê dibe bila bibe, çi dibe bila bibe em ne birçî dimînin û ne jî teslîm dibin. Em ê nanê xwe ji kevir derînin."
‘EM MALZEMEYÊN ÎNŞEATÊ DIFIROŞIN Û PERGALÊN ÎZOLASYONÊ ÇÊDIKIN'
Akinci yê li dikana kekê xwe ya malzemeyên înşeatê lê tên firotin dixebite wiha axivî: "Em li vir malzemeyên înşeatê difiroşin û pergalên îzolasyonê çêdikin. Heta ku ji destê min tê alîkariyê dikim û ji wan re ajokariyê dikim. Bi vî awayî em heqê nanê xwe derdixînin. Bila her kes bizanibe ku tu kes dest danayîne ser rizqê tu kesî."
‘ÇAVÊN ZAROKAN HÎN JÎ LI RIYA ME YE...'
Akinci, diyar kir ku ew carinan serdana dibsitana ku keça wî diçe û ew jê hatiye îxrackirin dike û wiha domand: "Tenê ne xwendekarên min, xwendekarên pola din jî li hawirdora min kom dibin û min hembêz dikin. Ji min re dibêjin 'Mamoste tu yê kengî vegerî, me zaf bêriya te kiriye.' Hîn jî çavên zarokan li riya me ye. Dema ez vî halê zarokan dibînim, bi zorê xwe digirim da hêstir ji çavên min nebarin. Ji roja ku ez hatime îxrackirin, tişta ku li zora min diçe tenê dûrmayîna ji xwendekara ye. Hêvîdarim ku di demeke kurt de dubare bigihêm xwendekarên xwe."
‘JI BO BELAHEQ Û BELASEBEB TU KES NEYÊ ÎXRACKIRIN 'NA''
Akinci, diyar kir ku ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêje "Na" û wiha axivî: "Heke di referandûmê de 'Na' derkeve, dê li pêşiya rojên ronî hebin. Lê heke, 'Erê' derkeve, dê pêşerojeke hîn tarîtir li benda me be. Çimkî rewşa aboriyê û têkiliyên bi derve re li holê ne. Ji ber vê divê her kes bibêje 'Na', çimkî 'Na' ronahî ye. Ji bo êdî tu eks belaheq û belasebeb neyê îxrackirin, nekevin vê rewşa em tê de ne, ji bo kesên hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe, ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayîn de çêbibe û ji bo pêşerojeke ronî ez ê bibêjim 'Na'."