Avahiyên bê xwedî bûn navenda tiryakê

MANÎSA - Li navçeya Yunusemre ya Manîsayê avahiyên bê xwedî maye bûne navenda tiryakêş û hişbiriyê. Welatiyên cîran diyar kirin ku tiryakêş li van avahiyan bi şevê agir pêdixin û li dora agir heta serê sibê tiryakê dikişînin. Cîranan bang li rayedaran kir ku tedbîra vê yekê bigirin.

Li Taxa Fevzî Çakmak a Navçeya Yunusemre avahiyên ku hatine terkirini û wêran bûne wekî navendên tiryakêşan tên bikar anîn. Tiryakkêş li avahiyên ku di nava zeviyên çandiniyê dene û aydî şexsan in kom dibin û tiryakê dikişînin. Ji ber ku şaredarî jî mudaxale nake avahî dildiweşin û tiryakêş tên li vir kom dibin. Li hemû derên avahiyan şopên tiryakêşan xuya dike û bêhna genî ji avahiyan belav dibe. Li ser dîwarên avahiyan ên derve nivîs hatine nivîsandin û dîwarên hundir jî ji ber agir tê pêxistin tev reş bûne.

Welatiyên cîran diyar kirin ku tiryakêş heta derengê şevê li van avahiyan agir pêdixin û tiryakê dikişînin. Welatiyan, anîn ziman ku car caran dengê çekan jî kom bilind dibin.
Welatiyan anîn ziman ku ji ber ev avahiyên bê xwedî li dervê bajar e û bê xwedî ne tiryakêş wan tercîh dikin û bi motor û maşîneyan tên vir û li vir tiryakê dikişînin. Welatiyan anîn ziman ku hin kes ji ber zêde tiryakê dikişînin ji ser xwe diherin û hin ji wan jî di qanalê avê werdibin. Welatiyan bi lêv kirin ku tev ciwanin û di destpêka temenê xwe de jiyana xwe wêran dikin. Welatiyan destnîşan kir ku çend roj berê ciwanekî tiryakêş ji ber pirsgirêkên derûnî întîhar kir. Welatiyan bang li rayedaran kir û xwest li hemberî vê yekê hişyar tev bigerin û tedbîran bigirin.

Keyayê taxê Musa Sezer jî parast ku avahî li dervê taxê ne û agahiya wî tune ye. Keya Sezer, anî ziman ku heta niha tu kesî gli nekiriye û dê bûyerê bişopînin.