Zextên li ser girtiyên Tarsûsê zêde dibin

AMED- Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê greva birçûbûnê ya jinên girtî di roja 17’emîn de jî didome. Girtiya bi navê Saadet Akin, bi telefonê agahî da malbata xwe û diyar kir ku bi grevê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûne û heta daxwazên wan bi cih bên dê berxwedana xwe bidomînin.

Li gelek girtîgehên li Tirkiye û herêmê girtiyên PKK û PAJK’î bi daxwaza ‘Ji bo dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, bidawîbûna ambargo, dorpêç û operasyonên li gundan, dest bi grevên birçîbûnê kirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsa Mêrsînê ye. Li Girtîgeha Tarsûsê di 15’ê Adarê de 11 jinên girtî Guler Aruk, Aycan Ozdogan, Sinem Oguz, Saadet Akin, Fatime Demir, Pelin Yapici, Şilan Fidan, Berivan Reşit, Ayşe Muş, Sozdar Oral û Nurşen Tekin dest bi greva biçîbûnê ya dorveger kiribûn. Ji girtiyên jin Saadet Akin a ku di sala 2015'an de li Amedê hat girtin û ji Amedê sirgûnê Girtîgeha Tîpa C a Tarûsa Mêrsînê hat kirin, bi riya telefonê agahî da xwişka xwe Emine Akin a li Bismilê. Akin, ragihand ku ji wan 5 kes di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne. Akin, diyar kir ku bi grevê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne. Xwişka Akin, Emine Akin diyar kir ku, xwişka wê di 29’ê Adarê de bi riya telefonê li wan geriyaye û ragihandiye ku li Girtîgeha Tarsûsê li gel greva birçîbûnê ya dorveger, 5 jinên girtî jî di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne û wiha got: “Xwişka min got, ji 11 jinên girtî yên di 15’ê Adarê de ji bo mehekê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, ji vana 5 jê; Fadime Demir, Saadet Akin, Nurşen Tekin, Sinem Oguz û Aycan Ozdogan di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne.”

BI GREVÊ RE BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛNE

Akin, diyar kir ku xwişka wê ragihandiye ku li girtîgehê bi taybetî bi grevê re binpêkirinên mafan ê li girtîgehê ku berê jî hebûn dijwartir bûne. Akin, diyar kir ku ji serdegirtinên qawîşan heta muayena kelepçekirî her cure çewisandin tên meşandin û wiha got: “Îdareya girtîgehê bi awayekî kêfî bi ser qawîş û hucreyên girtiyan de digirin. Di dema serdegirtinan de, heqaretan li girtiyan dikin. Xwişka min ragihand ku di serdegirtina qawîşan a dawî de hemû kincên wan ên gelêrî û montên wan bêyî hincet hatine desteserkirin. Her wiha dest danîne ser pirtûk û kovarên wan jî.”

DÊ HETA DAWÎ LI BER XWE BIDIN

Akin, da zanîn ku girtiyên dibin revîrê bêyî wan muayene bikin û dermanan bidin, wan dubare dişînin qawîşên wan û got, xwişka wê ragihandiye ku bi tu awayî hebên vîtamînê û lîmonên ku girtî dixwazin nadin wan. Akin, herî dawî diyar kir ku xwişka wê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin banga hestiyariyê li raya giştî kiriye û dest nîşan kiriye ku heta daxwazên wan bi cih neyên dê greva wan bi biryardariyî bidome û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 45'emîn, li Girtîgeha Sîncanê di roja 36'emîn, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di roja 35'emîn, li Girtîgeha Menemenê di roja 25'emîn û li Girtîgeha Wanê di roja 23'yemîn de didomin.