Oztoprak: 'Na'yê azerî, terekeme û kurdan dibe hêviya pêşerojê

AGIRÎ - Endamê MP a DBP'ê Suleyman Oztoprak ê xebatên referandumê ya li herêma Bakurê Serhedê nirxand wiha got: "Na ya gelên azerî, terekeme, kurdan a hevpar ji bo pêşerojê dibe hêvî."

Endamê MP a DBP'ê Suleyman Oztoprak û endamê PM a HDP'ê Metîn Bîngol ên ê xebatên referandumê ya li Agirî, Îdir, Qers û Erdexanê nirxandin diyar kirin ku pêkûtî û tehakum dê nikaribe pêşiya xurtbûna dengê "Na" asteng bike.

'ME HEYECANA BERXWEDANÊ DÎT'

Oztoprak got ku serdanên wan ên gund, tax û rêxistinên civakê yên sivîl berdewam dike û bi gel re tên cem hev nîqaşên ku referandum çi ye, têgeheke çawa li ser gel ava dike dikin û sohbet dikin. Oztoprak çavdêriyên xwe yên roja ku starta xebatan dane heta niha par ve kir û weha got: "Me heyecana berxwedana xwerêveberiyan a ku di 2016'an de li bajarên Kurdistanê derket holê dît. Di dema berxwedana xwerêveberiyan de gelê ku xwest bersivî bide lê nekarîn bidin dê bi 'Na'yê ve bersivê bide."

'EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ DIXEBITIN'

Oztoprak destnîşan kir ku li Bakurê Serhadê piranî xebatên wan hatiye temamkirin û wiha berdewam kir: "Li gorî tespîtên me Bakurê Serhadê di 'Na' de bi biryar û bi israr e. Erdexan, Îdir, Qers û Agiriyê ji sedê 75 dê 'Na' derkeve. Bi taybetî jî li Giyadîn, Bazîd, Patnos, Dîgor, Golan û Qaxizmanê radeya ku me dîtiye şikandina rekora hilbijartinên 7'ê Hezîranê ya ji sedî 90 e. Di gel de israr û lêgerînekî bi vî rengî heye. Ev moral û heyecanê dide hevalên me yên ku xebatan dimeşînin."

'SILAVÊN ME JÎ QEYD DIKIN'

Oztoprak got ku di şertên ku OHAL'ê derbas dike xebatên xwe dimeşînin û dewlet bi hemû derfetên xwe ve li dijî "Na"yê disekine û wiha axivî: "Hemû sazî dezgehên cemaweriyê, hemû walîtî û qaymeqamî û hêzên ewlehiyê bi seferberiyê li dijî bloka 'Na' derdikevin. Navçeyên ku em diçin bi wesayîtên zirxî û hêza polîsan ve tê dorpêçkirin. Kesên ku em silav didin, belavokan didin, sohbet dikin hemû tên qeydkirin. Wekî ku gel hatiye dorpêçkirin."

'HÊVIYÊN ME XURT E'

Oztoprak anî ziman ku şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin ji bo bloka "Erê" dixebitin û hiqûqa navxweyî hatiye binpêkirin lê ligel vê yekê jî tu pêkûtî, astengî û tehakum dê nikare xurtbûna dengê "Na" asteng bike. Oztoprak herî dawî wiha got: "Em bêhêvî ne, Na. Em reşbîn in, Na. Ji bo pêşerojê hêviyên me xurt e, degê Na yê gelan dê li Tirkiyeyê pêşeroja ronî derxîna holê. Na ya hevpar a gelên azerî, terekeme û kurdan hêviyê dide pêşerojê."

'NEWROZ BÛ PEYAMA HERÎ BAŞ'

Endamê MP a HDP'ê Metîn Bîngol jî diyar kir ku ligel pêkûtiyan edv ji têkoşînê nehatiye berdan û peyama herî baş jî li qadên Newrozê hatiye dayîn. Bîngol wiha axivî: "Gelê me di 21'ê Adarê de bi ruhê Newrozê bû bersiv. Di esasê xwe de gel di Newrozê de bersiva referandumê de. Ji bo rejîma ku dixwaze xwe bi 18 madeyan ve biparêze de dê bibêje Na."

'AGIRÎ DÊ CAREKE DIN BIBÊJE NA'

Bîngol diyar kir ku di 1'ê Nîsanê de li Agiriyê hevdîtina gel pêk bê ji bo vê yekê xebat bênavber didomen û wiha berdewam kir: "Li Bakurê Serhedê di 30'ê Adarê de li Qers, Dîgor, Tozanê bi hevdîtinên gel ve start hate dayîn. Di 31'ê Adarê de li Îdir, Bazîd û Giyadînê, di 1'ê Nîsanê de li Agirî, Patnos û Melazgîrê berdewam bike. Bîngol ji bo hevdîtina gel a li Agiriyê di 1'ê Nîsanê saet di 10.00'an de bê lidarxistin bangawazî kir û got ku amedekariyên hevdîtina gel ber temam bûnê ye.