Nivîskarê Rojeva Medya Pîr: Qedexeyên gundan polîtîkaya komkujiyê ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Firat Pîr, di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên dopêça gundan û xerakirina bajarên kurdan. Pîr, diyar kir ku valakirina gundan polîtîkaya komkujiyê ye.

Nivîskarê Rojava Medya Salîh Cuma Pîr, di qunçiknivîsa ro ya Rojnameyê de diyar kir ku hikûmeta Tirkiye li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi dehan salan e hemû rê û rêbazên kirêt bi kar tîne û wiha got: "Di salên 1990’î de bi hezaran gund hatin şewitandin, di sala 2016’an de bi şêwazekî ku beranberî bi sedan, bi hezaran gundan be bajar şewitandin û rûxandin. Yên şerê kirêt bi rê ve dibirin di salên 1990’î de ji bo ard, şekir û her cure pêwîstî bi sînor destûr didan, niha jî ketina gundiyan a qadên gund û bi hefteyan derketina wan a derve tê qedexekirin. Bi vê yekê jî tê xwestin gundî bigihîjin asta bêzariya ku cih û warê xwe biterikînin."

Pîr, anî ziman ku hikûmeta Tirkiye ji bo ku Tevgera Azadiya Kurd biçewisîne rê û rêbaza ku bi kar neanî nema û wiha got: "Rê û rêbaza ji bo gelê kurd ji axa wî dûr bike û Kurdistanê bê mirov bihêle nema. Rêbazên dixê dewereyê jî bi piranî sûcê li dij mirovahiyê ne û komkujî ne. Dibe ku niha Tirkiye ji ber komkujiyê nayê darizandin, lê belê kêm dereng wê ji ber tevkujiyên li dijî ermeniyan, asûrî-suryaniyan hem jî ji ber tevkujiyên li dij kurdan were dazirandin. Dibe ku niha ji ber berjewendiyên aborî û siyasî Tirkiye li ser kursiyê sûcbar nayê rûnandin, lê belê dema rûnandina wê ya li ser wî kursiyî ne dûr e."

'DI CÎHANÊ DE DEWLETEK WEKÎ TIRKIYE GUNAN QEDEXE BIKE TUNE'

Pîr, da zanîn ku hikûmeta Tirkiye ya 50 salin nakokiyên hêrên navneteweyî bikar tîne û her cure sûcê li dij mirovahiyê dike êdî gihaştiya qonaxa dawî û wiha berdewam kir: "Ji ber ku êdî Tirkiye polîtîkayeke ku ji bo tevahiya cîhanê xetereye dimeşîne; dewleta ku li dijî wan gef nexwarine û şantaj nekirine, nemaye. Li cîhanê dewleteke din nîn e ku mîna Tirkiyeyê qedexa çûyîna zeviyan, çiyan û daristanan li ser gundiyan dideyne. Mînakeke din a ku gund, rez, bexçe, zozanan di vê astê de li gundiyan qedexe dike tune ye. Rojane tê gotin li falan gundan, felan herêmê qedexeya derketinê derve hate danîn. Ev yek jî bi rojan, bi hefteyan didome. Vekirî dibêjine gundiyan ‘Van deran bihêlin û biçin’. Ji ber ku li cihên hevqas qedexe hebin ne jiyana gundewarî dibe, ne çandingeh ne jî şivantî dikare were kirin."

Cuma Pîr, da zanîn ku hêzên mêtînger jî dema diçin cihekî di vê astê de jiyana gundiyan ji dest wan nagirin û wan asteng nakin û wiha dirêjî da nivîsê: "Di tu makeqanûn û yasayan de xalên anîna qedexeyeke bi vî rengî ya li ser gundiyan nabe. Hebe jî ne rewa ye. Tu hêza siyasî xalên ku di vê astê de derketina kolanan asteng dikin û qedexeyan tînin ser gundan naxin makezagon û yasayên xwe. Ji ber ku dema yasayake bi vî regnî were bicîh kirin li dij mirovahiyê sûc tê kirin. Tevî ku di yasayên Tirkiyeyê de jî ev yek nîne, dîsa jî yasa an biryarekê li gor xwe şîrove dikin û qedexeyên bi vî regî îlan dikin. Şerê taybet û polîtîkaya tevkujiyê ya li ser kurdan bi vî şêwazî tê meşandin. Ya herî xirab jî ewe ku li dij van êrîşên tevkujiyê parêzer, baro, saziyên mafê mirovan, parsiyên siyasî yên demokratîk, saziyên civaka sivîl li dij vî şerê kirêt û polîtîkayên tevkujiyê dengê xwe bilind nakin. Mîna ku ev kirinên şerê kirêt û polîtîkayên komkujiyê qebûl kiribin, pejirandibin. Ev nêzîkahî polîtîkayên komkojiyê mîna tiştekî xwezayî nîşan dide."

'DI SERÎ DE DIVÊ BARO DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Pîr, bilêv kir ku wekî ku mafê dewletê ye van kirinan bike ji şerê kirêt re bê deng dimînin û danîna qedexeya derketina derve ya li ser gundiyan sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Pîr, di berdewama axaftina xwe wiha got: "Kirineke komkujiyê ye. Divê yekser li dij vê yekê nerazîbûn were nîşandan. Divê ji bo rawestandina van kirina her rê û rêbaz were meşandin. Qanûnek nîn e ku bêje her kirin, her sûc ê li Kurdistanê rewa ye. Divê li dij sûcên li Kurdistanê tên kirin nerazîbûn were nîşandan. Di serî de baro, divê yekser bikevin nava tevgerê. Di vê astê de qedexeya li ser gundan ne qanûnî ye ne jî rewa ye. Ev kirinên li ser gundan vergeriyana zimeke bi zanebûn a dûrxistina wan ji cih û warên wan. Li Kurdistanê her zilm, zext û kirinên ku sûcê li dij mirovahiyê ne bûne kirinê asayî. Ji bêdenghiştina ji sûcan xirabtir tiştek tune ye. Niha desilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide kurdan, gelên Tirkiyeyê û cîhanê fêrî asayî dîtina sûcên xwe bike. Bi vê yekê re tevî ku ew kirêt û sûcdar e hewl dide ji van kirinan re bê deng bimînin û her kesî kirêt dike da bibin şirîkê sûcê wê. Meşandina têkoşîna li dij vê yekê êdî karekî jêneger e. Dewleta tirk daristanan dişewitîne, ev asayî tê dîtin. Daran dibire dîsa wisa. Li Kurdistanê çi dike mîna tiştekî asayî tê dîtin. Ev rewş ji bo tevahiya mirovayê bûyina şirîka sûc û kirêtbûn e."

'BIRÎNA DARÊN HEWSELÊ ASAYÎ TÊN DÎTIN'

Pir, bal kişand ser talankirina xwezayê jî û wiha lê zêde kir: "Li Hewselê daran ji holê radike ev asayî tê dîtin. Niha li Şirnexê bi hezaran dar hatin birîn, ev asayî hate dîtin. Hincet jî qaşo ewlekarî an‚ ‘têkoşîna li dij terorê’ ya mîna benîşt di devê xwe de dibin û tînin. Nabe ku mera, rez û baxçeyên gundiyan bên qedexekirin. Li gundan nabe ku derketina derve were qedexekirin. Dewleta tirk ev qedexe vergerandine karekî rûtîn. Şewitandin û rûxandina gundan, koçberkirina mirovan bi van qedexeyan re mîna hedef dane ber xwe. Bi van kirina zuhakirina avê û kuştina masî mîna hedef dane ber xwe. Dewleta tirk ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd tasfiye bike, çewisandina gelê kurd, kuştin an ji Kurdistanê koçberkirin mîna polîtîka hilbijartiye. Yên demekê digotin ev dibistan tuneba meyê maarîf çi xweş bi rêve biriba, niha jî dibêjin heger kurd tunebûna meyê PKK yekser ji holê rakira. Ji bo Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin li ser hemû kurdan zilmê dimeşînin.

'KURD DÊ BÊJIN NA'

Pir bal kişand ser referandumê û wiha dawî li nivîsê anî: "Êdî qedexeyên li ser gundan sînorê tahamûlê derbas kirine. Ji ber kîjan sedemê be Kurd wê di referandûmê de bibêjin ‘NA’. Boykot an ‘ERÊ’ tê wateya piştgiriya ji bo van kirinan. Heke di referandûmê de ‘ERÊ’ bi ser bikeve wê kirinên bi vî rengî belav bibin. Ji xwe Tayyip Erdogan dibêje; “Li Kurdistanê wê ‘erê’ bi ser bikeve û polîtîkayên me ji aliyê gel we werin pejirandin.” Dema ku ‘erê’ derkeve wê bibêje polîtîkayên min hatin pejirandin û wê înkar, zilm û zextê zêdetir bike. Ji bo pêşîgirtina li kirinê desthilatdariya AKP-MHP’ê, rê girtina li ber van kirinan û polîtîkayên şer, divê di referandûmê bibêjin ‘NA’."