Sarihan a CHP'î grevên birçîbûnê anî rojeva Meclîsê

ENQERE - Parlamentera CHP'ê Şeal Sarihan grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên li girtîgehan anî rojeva Meclîsê.

Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarihan têkîldarî grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ji bo Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bi bersivîne pêşnûmepirs da Serokatiya Meclîsê.

Sarihan di pênûmepirsa xwe de got ku grevên birçîbûnê yên li Girtîgha Şakranê, Girtîgeha Sîncanê, Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa T1 a Tekîrdagê û Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku hin ji wan di roja 45'emîn de pirsî û got ku grevên birçîbûnê gihîştiye merhaleya krîtîk.


YIDIZBAKAN Ê JIYANA XWE Jİ DEST DA JÎ PIRSÎ

Sarian di pêşnûmepirsa xwe de berpirsyarên mirina Mehmet Yildizbakan (65) ê ku li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê jiyana xwe ji dest da jî pirsî û xwest ku di îktidara AK Partiyê ya 15 salan de çend girtiyan jiyana xwe ji dest dane bê aşkerakirin.

Pirsên ku Sarihan xwest Bozdag bibersivîne ev in:

* Li girtîgehan girtiyên ku pirsgirêka tenduristiyê dijîn û li benda tehliyeyê ye çend in? Cidiyeta pirsgirêkên tenduristiyê ya van girtiya çi ne?

* Pirsgirêkên wekî "tecrîd, astengkirina muayeneyên bijîşkan û bi kelepçe muayene kirin, mafên qada hevpar û ragihandinê astengkirin, derb, muameleya xirab û îşkence" yên ku bûne sedema grevan û di raporên rêxistinên mafên miroöan de jî tên diyarkirin" ji bo ku bên lêkolînkirin xebatek heye yan na?

* Bi taybetî li Girtîgeha Şakranê girtiyên ku mafên wan tên binpêkirin her roj qasî 70 daxwazname tên nivîsandin û bi vî rengî hewl didin ku îdare dengê wan bibîhize lê nikarin bi îdareyê re diyalogê daynin. Ji ber vê yekê jî di pêvajoya greva birçîbûnê de der barê rayedarên ku îhmalkariya wan heye de lêpirsînek hatiye destpêkirin yan na?

* Têkîldarî pirsgirêkên ku îhtimal heye girtî bijîn tedbîrên çawa hatine girtin?

* Ji bo pêşîlêgirtina grevên ku her roj belav dibe Wezaret dê nexşeyeke çawa bipoşîne? Dê gavên çawa bavêje?

* Li gorî agahiyên di çapameneyê de derketine girtiyê bi navê Mehmet Yildizbakan ê nexweşê dil û diyabetê bû ligel ku cezaya xwe temam kiriye jî nehatiye berdan. Yildizbakan ji ber çu nehatiye berdan? Di tehliyeya Yildizbakan de îhmalkariya rayedaran an jî pêkanînekî kêfî heye yan na? Di vî mijarê de lêpirsînek hatiye destpêkirin yan na?