Rojnameger Keleş bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin

WAN - Rojnameger û nûçeîhanê me dîhaberê Selman Keleş û xebatkarê Şaredariya Îpekyolu Arif Aslan ku di 20'ê adarê de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Rojnameger û nûçeîhanê me dîhaberê Selman Keleş û xebatkarê Şaredariya Îpekyolu Arif Aslan di 20'ê adarê de dema nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Piştî lêpirsîna wan a 11 rojan Keles û Aslan sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî îfadeyên wan girt bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.