Li Şehbayê êrîşa kîmyewî

HABER MERKEZÎ- TSK'ê daxuyand ku di êrîşa bi roket a ku DAIŞ'ê yi heramê Halîliyeyê bi kar anî de li ser birîndaran şopên gaza kîmyewî hatiye dîtin. Wezareta Parastina Rûsyayê jî aşkera kir ku li Haleb û gundên derûdorê tespîtikirine ku gaza xerdelê hatiye bikaranîn.

Hêzên Çekdar ên Tirk ( têkîldarî "Tevgera Mertalê Firatê" daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşa ku DAIŞ'ê li herêma Halîliyeyê bi roketan bi kar aniye de 22 kes birîndar bûne û li ser birîndaran şopên gaza kîmyewî hatine dîtin.


RÛSYA: GAZ HAT TESPÎTKIRIN

Buroya Çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî diyar kir ku der barê çekên kîmyewî, xetên sewqiyatê yên DAIŞ bi kar tîne de li Helebê û derûdora wî li ser hin topên ku neteqiyane lêkolînê dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di lêkolînan de di çekên ku hatine bikaranîn de gaza xerdelê tespît kirine.

BIJÎŞK: LI GUNDAN MADEYÊN KÎMYEWÎ HAT BIKARANÎN

Hêzên Şoreşger jî beriya demekî di daxuyaniya ku dabûn de li ser raporên ku bijîşkan dane diyar kiribûn Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (SÛK) di êrîşa li dijî gundên El-Hoş û Herselê çekên kîmyewî bi kar anîne.