7 Partiyên Tirkmenan: Em Ala Kurdistanê wek ya xwe nas dikin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê 7 Partiyên Tirkmen, ji bo mijara Kerkûkê dan zanîn ku ew Ala Kurdistanê wek alaya xwe û hemû pêkhateyên din ên li herêmê qebûl dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa fermî ya Tirkiyeyê AAyê Partiya Geşepêdanê ya Tirkmen, Partiya Demokrat a Tirkmenan, Komeleya Lîbalî ya Tirkmenan, Partiya Rizgarî ya Tirkmenan, Partiya Rewşenbîriyê ya Tirkmenan, Bizava Demokrat a Tirkmenan û Partiya Gel a Tirkmenan bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ji bo bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê ragihandin. Di daxuyaniya 7 Partiyên Tirkmen de hat gotin:" Xelkê tirkmen jî Alaya Kurdistanê wek alaya ax û xelkê xwe dizanin. Lewra ew tenê temsîla neteweyekê nake. Ala, sembola ax û xelkekî ye bi hemû netewe û pêkhateyên xwe be." Hat ragihandin ku, "Divê hemû alî û grûb jî wisa tevbigerin. Lewra berjewendiyên neteweya tirkmen di bihevrejiyan û parastina yekrêziya nîştimanî de ye."

Medya hawiz a nêzî hikûmeta AKP'ê jî dijberî vê yekê nîşan dabû û diyar kiribû ku tirkmenên Kerkukê li dijî vê yekê derketine.