Cenazeyê Sayar ê HPG'î hat definkirin

SÊRT - Cenazeyê Alî Burak Sayir ê HPG'î yê li Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest da li Berwariyê hate definkirin.

Cenazeyê Alî Burak Sayir (Dijwar Herekol) ê HPG'î yê li çoltera Mêrdînê di 21'ê Adarê de di şer de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbata wî ya hate Mêrdînê ve hat teşhîskirin. Malbatê piştî karên fermî cenaze wergirt û bir navçeya Berwariyê. Cenaze li vir piştî wecîbeyên olî li goristana navçeyê hat definkirin.