SÊRT - Li bajaroka Cuwanika ya Sêrtê 11 kesn hatin binçavkirin û hêjmara kesên li Dihê hatin binçavkirin jî derket 33’yan.
Li bajaroka Cuwanika ya Sêrtê polîsan di saetên sibê de biser malan de girtin. Di operasyonên hinceta wan ne hat zanîn de 11 kesên di nava wan de hevşaredar jî hene hatin binçavkirin. Navê hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevşaredarê Cuwanika yê berê Behrem Aydin, Mehmet Aydin, Aram Aydin, Îsmet Aydin, Yaser Uzum û Cesim ê ku paşnavê wî ne hat zanîn.
11 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a bajar.
LI DIHÊ 33 BINÇAVKIRIN
Li aliyê din di serdegirtina malan a li Dihê de jî hêjmara kesên hatin binçavkirin gihişt 33’yan. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dihê ve hatiye destpêkirin, hat zanîn ku derbarê 49 kesên ku di nava wan de rêveberên HDP û DBP’ê jî hene de biryara girtinê hatiye dayîn, ji vana 33 kes hatine binçavkirin û 16 kes jî lêgerîna wan berdewam dike.
Hat diyarkirin ku lêpirsîn bi hinceta “endamên rêxistinê ne” hatiye destpêkirin.