ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ew wekî parlamenter ji bo xwe tiştekî daxwaz nakin û wiha got: “Ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û pirsgirêkên li girtîgehan, peywira Wezareta Dadê bînin bîra wî û ji bo pêkanînê keyfî yên Midûryeta Girtîgeha Edîrneyê şermezar bikin me dest bi greva birçîbûnê kiriye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin bi riya parêzerên xwe derbarê greva birçîbûnê de daxuyaniyek da.
Demîrtaş, diyar kir ku ew wekî kes û parlamenter ji bo kesayetiya xwe tiştekî daxwaz nakin û wiha got: “Mafê hemû girtî û hikûmxweran heye ku muameyek mirovî bibînin. Em dixwazin bale bikişînin ser bêhiqûqî, pêkanînên keyfî û dijmirovî yên li girtîgehên Tirkiyeyê. Ji ber van pirsgirêkan li gelek girtîgehan 40 rojin greva birçîbûnê berdewam dikin. Bêdengbûna Wezareta Dadê ya ji b ovan pêkanînan nayê qebûlkirin. Wekî parlamenter em tiştekî ji bo kesayetiya xwe daxwaz nakin. Ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û pirsgirêkên li girtîgehan, peywira Wezareta Dadê bînin bîra wî û ji bo pêkanînê keyfî yên Midûryeta Girtîgeha Edîrneyê şermezar bikin me dest bi greva birçîbûnê kiriye.”