HDP dê ji bo grevên birçîbûnê bi Wezîrê Dedê re hevdîtinê pêk bîne

ENQERE - Parlamenterên HDP'ê Burcu Çelîk û Sirri Sureyya Onder di daxuyaniya ku li Meclîsê dan de diyar kirin ew ê roja duşemê bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re hevdîtinê pêk bîne.

Parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Burcu Çelîk têkîldarî grevên birçîbûna yên li girtîgehan berdewam dike li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Çelîk got ku grevên birçîbûnê encama pêkanînên kêfî û nehiqûqî ne û wiha berdewam kir: "Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên ku heyî ne nû ne. Nêzî 2 sal in em her derê hewl didin vî vebêjin. Grevên birçîbûnê wekî encam derketin holê. Divê êdî îro em çareseriyê biaxivin. Çawa hatin vî rewşê hem em hem jî wezaret baş dizanin. Krîza ku îro em dijîn encama KHK ên ku piştî OHAL'ê hatin derxistin in. Divê em berê xwe bidin girtîgehan û têkîldarî KHK'an sererastkirineke nû bê kirin."

Çelîk got ku ew bi malbatên girtiyên di grevê de ne re hevdîtinê pêk tînin û nexweşiyên kronîk êdî derdikevin holê, rewşo girtiyan her diçe xirab dibe ji bo ku pirsgirêtên cidî neqewimin banga bihistiyariyê dikin.

'DADGERÊN DOZÊN KCK'Ê GIRTÎ NE LÊ DOZ BERDEWAM DIKIN'

Onder jî wiha axivî: "Welatek bifikirin ku bi 10 hezaran kes ji ber siyasetê hatine girtin, azadiya wan hatiye xespkirin. Li wir divê em qala bûyerekî krîmînal na ya civakî bikin. Di Nîsana 2009'an û cotmeha 2011'an de li vî welatî 7 hezaran zêdetir mirov di bin navê operasyonên li dijî KCK'ê de hatin binçavkirin, demeke dirêj azadiya wan hate xespkirin. Li ser wan meqesa neynokan jî derneket. Îro dadgerên ku ev doz vekirine nîvê wan zêdetir wekî darbekar li girtîgehê ne. Hemû lêpirsînên têkîldarî hikûmetê wekî nerewa hatine îlankirin lê dozên ku ji aliyê heman addgeran ve der barê me de hatine vekirin berdewam dike. Me ji vî qet encam dernexist. Tenê di nava salek û nîv de serkeftina ku HDP'ê bi dest xistiye ji aliyê darazê ve dixwazin pûç bikin. Bîlançoya saleke dawî girtîna 5 hezar endamên me ne."

Onder diyar kir ku Demîrtaş û HDP'î ji bo pêkanînên li dijî girtiyan nîşan bidin dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha got: "Ev rewş ger ku hûn bi demokrasiyê bawer in rewşekî şermê ye. Hevserokên partiya sêyemîn a vî welatî û parlamenter ji bo pêkanînên nehiqûqî bidin nîşandan ketin greve birçîbûnê." Onder got ku em li benda bihistiyariya raya giştî ne.

'EM LI BENDÊ NE DUŞEMÊ HEVDÎTINÊ PÊK BÎNIN'

Onder got ku wan ji bo bi Wezîrê Dadê re roja duşemê hevdîtinê pêk bînin randewu girtine û wiha axivî. "Me ji Wezîrê Dadê randewu xwest. Lê em di hevdîtinê de zehmetiyê dikişînin. Em ji bo ku daxwaza xwe ya hevdîtinê bigihînin zehmetiyê dikişînin. Duh li Pervîn Buldan vegeriyan. Gotin dikarin roja duşemê hevdîtinê pêk bînin. Em li bendê ne ku roja duşemê hevdîtinê pêk bînin."