Li ber girtîgehê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin

ÊLIH - Di daxuyaniya li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê hat pêkanîn de bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û banga di demel kurt de daxwazên girtiyan bi cih bînin hat kirin.

Li Êlihê bi armaca bale bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan rêxistinên HDP û DBP’ê li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Alî Aslan, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, ximên girtiyan û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li hemû girtîgehan pêkanînên dij mirovî pêk tên û wiha got: “Pêkanînên li girtîgehan parçeyek ji qutkirina hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan û polîtîkayên îmhakirina gel in. Divê îktîdar aqilê xwe bîne serê xwe û dawî li van pêkanînan bîne û daxwazên girtiyan bicih bîne.”

‘DIVÊ DAXWAZÊN GORTIYÊN SIYASÎ BI CIH BÎNIN’

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê ya Êlihê Îkaram Îrgî ve hat xwendin. Îrgî, da zanîn ku Tirkiye bi drama girtîgehan re rû bi rû ye û wiha axivî: “Heta roja îro bi sedan girtiyên siyasî ji ber van çalakiyan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jî hêjî pirsgirêkên tendirûstiyê dijîn. Daxwaza bingehîn a hemû grevên birçîbûnê dawî li pêkanînên dij rûmeta mirovî ne. Ji ber vê divê pêngavên ji bo qebûlkirina greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bên avêtin û ji bo grev bi dawî bibin hewldan bên kirin.”

Piştî daxuyaniyê girseya gel ji ber girtîgehê veqetiyan.