Li Qoserê coşa 'Na'yê

MÊRDÎN -Heyeta HDP, TJA, KCD û DBP'ê ya ji bo referandûmê hat navçeya Qoserê, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

HDP, TJA, KCD û DBP'ê ji bo xebatên referandûmê li navçeya Qosera Mêrdînê bi gel re hevdîtin çêkir. Heyeta ku Hevberdevkê HDP'ê Osman Baydemir, Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven û parlementerên HDP'ê jî tê de cih girtin bi konvoyeke wesayîtan li navenda bajêr geriyan. Welatiyan li şaneşînên xwe û kargehên xwe heyet slav kirin û li çarşiya navçeyê bi sedan welatî bi tililî û çepikan heyet pêşwazî kirin. Bi vê eleqeya zêde û dema welatiyan da peyî konvoyê, dîmenên rengîn derketin holê. Polîsan jî bi wesayîtan heyet dişopand û li ser riya Rihayê pêşîya konvoyê girtin û xwestin heyetê asteng bikin.

Berdevkê HDP'ê Baydemîr li ser wesayîtê xîtabê gel kir û wiha got: "Em ji pakêta destûra bingehîn a AKP'ê re dibêjin 'Na'. Em ê biçin ser sindoqan û ji faşîzm, zordarî û zilmê re bêjin 'Na'. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî wiha axivî:" Em ê di 16'ê Nîsanê de dengê xwe bidin 'Na'yê. Em ê ji kesên ku vîna me nahesibînin û şaredariyên me xesp dikin re bêjin 'Na'."

Gel heyetê bi tilîlî û çepikan ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê verê kir.