WAN - Li navçeya Miksê wesayîta HDP'ê ya bi strana "Bêjin Na" anonsê dikir, hat desteserkirin. Her wiha li Îzmîrê jî wesayîta HDP'ê ya hilbijartinê hat desteserkirin.
Piştî Walîtiya Şirnexê, vê carê jî Walîtiya Wanê strana referandûmê ya HDP'ê "Bêjin Na" qedexe kir.
Wesayîta HDP'ê ya bi strana "Bêjin Na" ku li navçeya Miksê ya Wanê di çarçoveya xebatên referandûmê de anons dikir, ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û bi hinceta "Straneke qedexe lê dixe" hat desteserkirin.
'FERMAN FERMANA JOR E'
Otobêsa HDP'ê ya hilbijartinê, dema ji bo xebatên referandûmê ji Mûglayê ber bi Îzmîrê ve diçû, li gîşeyên Aydinê ji aliyê polîsên trafîkê ve hat sekinandin. Venêrîna otobêsê û nasnameya ajokarê otobêjê hat kirin. Paşê polîsan ji rêveberên HDP'ê re got "Ferman fermana jor e" û bi hinceta pergala deng a wesayîtê di ruhsatê de cih nagire, 15 hezar TL ceza hat birîn û ji bo 15 rojan wesayît hat desteserkirin.