Nûçegihana Dengê Amarîka hat berdan

AMED- Nûçegihan Hatice Kamer (Xecîcan Farqîn) a ku ji bo Voice Of America (Dengê Amerîka) û BBC tirkî dixebite hat berdan.


Nûçegihan Hatice Kamer (Xecîcan Farqîn), a ku ji bo Voice Of America (Dengê Amerîka) û BBC Tirkî dixebite hate hînbûn ku li Amedê hatiye binçavkirin. VOA'yê ev nûçe wekî "Nûçegihanê VOA li Tirkiyeyê hat binçavkirin" weşand. Li gorî nûçeyê ji malbatê yekî agahî daye û gotiye ku têkîldarî binçavkirinê Farqîn tu agahî tuneye, çima hatiye binçavkirin nayê zanîn ji ber OHAL'ê parêzer jî nikare xwe bigihîne Farqîn. Kamer piştî îfade da serbest hat berdan.

Di nûçeya VOA de hate gotin ku li Tirkiyeya ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê li Tirkiyeya ku rewşa awarte heye bi dehan rojnameger hatine binçavkirin.