STENBOL - Mehmet Zeki Karabulut ê di komkujiya Enqereyê de kurê xwe Mehmet Karabulut winda kir wiha got: "Ez ê biçim ser sindoqê û dengê 'Na'yê bi kar bînim. Gelek sedemên vê hene. Ne yek, hezar in."
Mehmet Zekir Karabulut ê ku di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê de kurê wî Mehmet Karabulut mir, hilbijartina referandûmê nirxand. Karabulut, diyar kir ku piştî teqînê 110 TL û 75 quriş meaş ji bo wan hatiye girêdan û got, ew vî meaşî naxwazin.
‘JI BER ZÊDE XWÎN JÊ ÇÛ, KURÊ MIN MIR'
Karabulut, tiştên roja teqînê qewimîn bi bîr anî û wiha behsa wê rojê kir: "Roja ku teqîn çêbû, ez li kurê xwe geriyam. Lê min xwe negihandê. Paşê şik û gumana ku çûbe Enqereyê li min peyde bû. Hayê me jê tune bû ku çûye mîtîngê. Gelek caran lê geriyam, lê min xwe negihandê. Li kesên nêzî wî geriyam. Gotin li Enqereyê ye, lê em nizanin sax e yan miriye. Piştî çend saetan dîsa ez geriyam, vê carê jinekê bersiv da. Got, ew hemşîre ye û kurê wê di beşa lezgîn de ye. Kurê min tam 3 saet û 16 deqîqeyan bi awayekî birîndar li ber garê hatiye sekinandin. Û ji ber zêde xwîn jê çû kurê min mir. Ev dewleteke wisa ye ku amûrên kurê min teslîmî min nekir, dê çawa kujeran teslîmî min bike? Yanî ez ê çawa hêviya edaletê ji wan bikim."
'DEWLET HENEKÊ XWE BI ME DIKE'
Karabulut, anî ziman ku piştî bûyerê bi 2 mehan dewletê ji bo malbatên kesên xismên wan di teqînê de mirin meaşek girêdaye, lê her çi qas wan ev meaş red kiriye û bi awayekî fermî ragihandiye jî, piştî 13 mehan şûnde meaş hatiye razandin. Karabulut, anî ziman ku li gor belgeya ku ji wan re hatiye, 110 TL û 75 quriş razandine hesabên wan.
Karabulut, anî ziman ku dema ew pereyê ku naxwazin di hesabên xwe de dibînin xwe bi awayekî rencîdeyî dibînin û wiha domand: "Dema me ev belge dît, careke din me êşa xwe hîs kir. Ji ber careke din em rencîde kirin, em biçûk xistin em dîsa ji xwe çûn. Hîn jî êşa me wek roja berê ye, lê dewlet bi vî awayî henekê xwe bi me dike. Hêrsa min ji be rku pereyekî ku me nexwestiye razandine hesabên me bi xwe ye."
'NE YEK BI HEZARAN SEDEMÊN 'NA'YÊ HENE'
Karabulut, dest nîşan kir ku pereyê razandine di hesab de ye û ew ê tu carî vî pereyî bi akr neyînin û got, ew ê di referandûmê de bersiva van kirinan bidin. Karabulut, diyar kir ku ew ê biçe ser sindoqê û dengê "Na"yê bi kar bîne û wiha axivî: "Gelek sedemên wê hene. Ne yek, hezar in. Sedema wê bombeyên hatin teqandinin. Li Cizîr, Sûrê ciwanên hatin qetilkirinin. Wisa difikirim ku kesê dibêje 'xwedî wijdan im' divê bêje 'Na'. Ji bo ewladên me neyên qetilkirin ez ê bibêjim 'Na'. Ji bo zarokên me li paş panzêran neyên kişandin, ji bo li jêrzemînan bi saxî neyên qetilkirin divê em bibêjin 'Na'."