Leşkerên beşdarî operasyona Tendurekê bûn qefilîn

AGIRÎ - 15 leşkerên beşdarî operasyona Çiyayê Tendurekê bûn ji sermayê qefilîn û rakirin nexweşxaneyê.

Leşkerên ku beşdarî operasyona Çiyayê Tendurekê yê di navbera Giyadîn, Bazîd û Ebexê de dimîne bûn, ji sermaya zêde qefilîn. Leşkerên ku li herêma Girê Nêrîya û Tutekê derketin operasyonê ji serma qefilîn û rakirin nexweşxaneyê. Li gorî çavkaniyên herêmê hat diyarkirin ku ji ber sermaya zêde 15 leşker qefilîn û hindik mabûn biqerisin. 15 leşkerên qefilîn ji bo dermankirinê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadinê.