‘Ocalan kesekî xwedî prensîb e, berbayî şerên rojan nakeve'

STENBOL - Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emran Emekçi, têkildarî gotinên Serokomar Erdogan ên "Îmralî jî dibêje 'Na' wiha got: "Ocalan kesekî xwedî prensîb e. Berbayî şerê rojane nakeve, nayê lîstikên polîtîk."

Tê payîn ku dê ji bo 4'ê Nîsanê rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek kes li gundê Amarayê bên gel hev. Li gel vê bi salan e hîn jî şert û mercên Ocalan ên girtîgehê nehatine sererastkirin. Her wiha ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi tu awayî nahêlin parêzerên Ocalan pê re hevdîtinê çêbikin û her wiha ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha jî heyet nikarin pê re hevdîtinê çêbikin. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de birayê wî Mehmet Ocalan bi qasî 15 deqîqeyan pê re hevdîtin çêkiribû.

Piştî vê hevdîtinê bi tu awayî hevdîtn nehatin çêkirin. Ji parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê Emran Emekçi polîtîkayên dewletê yên li Îmraliyê nirxandin.

Emekçi, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê bi huqûq û qanûnan nayê ravekirin û got, tecrîda li Îmraliyê li dijî huqûq û qanûnên navnetewî û Tirkiyeyê ne. Emekçi wiha axivî: "Bi tu awayî hevdîtina girtî ya bi malbatê re nayê divê neyê qedexekirin. Name û mafê pêwendiyê nayên qedexekirin. Yanî ya li vir tê sepandin tam tecrîdek e. Ji xwe birêz Ocalan jî ji vê re got 'tecrîda mutleq'. Tecrîda mutleq, ew tecrîde ku hemû pêwendiya bi cîhanê re tê birîn. Ragihandin jî di nav de. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe ya 18'ê Adara 2014'an de hikum li pêkanînên li Îmraliyê, îşkence û muamleyên kirêt birî. Di camîaya huqûqê de tecrîd îşkence ye. Tecrîda mutleq ji îşkenceyê jî wirdetir e, rewşeke wehşî li xwe dihebîne. Bi her awayî bi derve re têkilî tê qutkirin. Ev bi tena serê xwe sûcek e. Rejîmeke înfaza kefî ya polîtîk e. Li dijî ocalan rejîmeke înfazê ya kêfî ye. Navê vê ev e. Biryarên DMME'yê hene. DMME jî îspata vê kiriye. Di raporên CPT'yê de cih digire ku pîvanên îşkenceyê hatine binpêkirin. Wê demê huqûqa ku tê sepandin li gor çi huqûq e. Em bi sepandinên ku ne li gor dadgehê û ne jî li gor huqûqa navnetewî ne re rû bi rû ne."

‘BI OHALÊ RE DIXWAZIN TECRÎDA MUTLEQ MAYÎNDE BIKIN'

Emekçi, diyar kir ku heta 15'ê Tîrmeha 2016'an bi hinceta "koster xerabe ye" hemû hevdîtinên ku parêzer hewl dan bi Ocalan re çêbikin dihatin redkirin û got, êdî ev serdem temam bûye. Emekçi wiha domand: "Yanî ji niha û pê ve, bi biryara 1'emîn Dadweriya Înfazê ua Bûrsayê hemû serlêdanên me bi vê hincetê tên redkirin. Em niha bi hinceta 'Di dema OHAL'ê de hûn nikarin hevdîtinê çêbikin, nameyan bişînin' re rû bi rû ne. A rast ev ne biryareke huqûqî ye. Ev tiştekî polîtîk e. Tu dadgeh nikare biryareke wisa bide. Divê di dema OHAL'ê de jî li gor qedexeya îşkenceyê tevbigerin. Di OHAL'ê de jî binpêkirina mafê darizandina adil, îşkence û parastinê nepêkan e. Ev rêgezên huqûqa gerdûnî ne. Her çi qas ev biryarên dadgehê bin jî, lê ne huqûqî ne. Em dikarin ji vê re bibêjin; kirasekî li polîtîkayê dikin. Ne huqûqî ye. Nayê zanîn ku dê pêvajoya OHAL'ê kengî biqede, ji ber vê tecrîda mutleq mayînde dikin. Ev biryara dadgehê tim û tim wek hincet tê nîşandan. Em bi sepandineke wisa kêfî re rû bi rû ne."

Emekçi, diyar kir ku li Îmraliyê sepandinên derhuqûqî yên bi tu awayî li mafên mirovan nayên hene û wiha domand: "Divê hemû hêzên li gel huqûq û demokrasiyê li dijî vê bi hestiyarî tevbigerin. Di vî warî de ev mijar ji xwe nayê nîqaşkirin. Ji xwe hemû perspektîfên çareseriyê, pêşniyar, nexşeyên rê, Mutabaqata Dolmabahçeyê yên birêz Pcalan di 18 salan de derxistine holê diyar in. Mesele ew e ku li Tirkiyeyê vîneke siyasî, vîneke ku biryarên çareseriyeke demokratîk derxîne holê bi xwe ye, lê ev vîn tune ye. An jê dê çareserî zaf hêsan bûna. Mesela birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya 11'ê Îlonê de wiha gotibû; "Projeyên me yên çareseriyê hene. Heke hikûmet samîmî be û bê, ez ê rola xwe bilîzim. Em ê di 6 mehan de çareser bikin." Lê destûr nedan ku ev proje ji bo raya giştî bên parvekirin. Yanî tecrîd hat domandin. Ma ji vê û wirdetir tiştek heye? Ji xwe Abdulkadir Selvî jî di quncika xwe de nivîsandibû û gotibû 'hikûmet biryara şer daye.' Yanî naxwazên bê çareserkirin. Nexwe li dijî kurdan konseptek heye. Wisa dixwiyê dê di dema vê konseptê de tecrîd bidome."

‘PERGALA ÎMRALIYÊ XISTIN DEWRÊ'

Emekçi anî ziman ku, Ocalan temsîliyeta "kurdê azad" dike û wiha axivî: "Em dizanin ku xeteke azadîxwaz û aştiyane ya Ocalan heye. Kurdbûna azad temsîl dike. Her diçe kurdan ji wî rolê piyontiyê dûr dixe û vediguherîne aktoriyê. Ji ber vê ye ku pergala îşkenceyê ya Îmraliyê di dewrê de ye. Yanî ji ber li gor polîtîkayên DYA yên Rojhilata Navîn naçe, pergala îşkenceyê ya Îmraliyê xistin dewrê. Mebest çi bû; şikandina vîna Ocalan bû û xwestin wî ber bi polîtîkayên xwe ve bikêşin. Hedefa sereke ya rejîmê ev e. Dixwazin li wir, bi şert û mercên girtîgehê yên neyînî, bi tecrîd û çewisandin tenduristiya wî nebaş bikin, wî ji hêz bixînin, vîna wî bişkînin û wî ber bi polîtîkayên xwe ve bikşînin. Lê Ocalan jî li dijî vê têdikoşe. Sekneke wî heye, pêşniyarên wî hene. Wê sekna xwe ya bihevrebûna azad, bihevrebûna demokratîk diparêze. Ji xwe li vir pirgirêk xitimiye. Heta berê di çapemeniyê de jî derketibû. Hatibû gotin, 'Heke tu li gor polîtîkayên me tevbigeriyana, niha te li ber behrê bi şewkê masî zevt dikirin.' Birêz Ocalan jî wiha bersiv dabû wan, 'Ma ez mirovekî ewqasî hêsan im? Ez mirovekî xwedî rêgez û prensîb im. Ez rêvebirê xetekê me. Ez berbayî tiştên wisa hêsan nakevim.' Tu yê rêzê nîşanî vîna yê hember bidî û vîna xwe bidî der. Du îrade rû bi rû muzakereyê dikin. Du encam derdikevin holê. Lê bi awayekî yekalî nabe. Mixabin rewş ev e. Niha birêz Ocalan rastî ferzkirineke yekalî tê."

‘BERBAYÎ ŞERÊ ROJANE NAKEVE, NAYÊ LÎSTIKÊN POLÎTÎK, KESEKÎ XWEDÎ PRENSÎB E'

Emekçi, têkildarî gotinên Serokomar Erdogan ên "Îmralî jî dibêje 'Na'" jî wiha axivî: "Heta ku dîtina darê hebe, pir girîngiya pelên wê tune ye. Ev lîstikên wan ên polîtîk in. Ev lîstikeke ku ji bo di pêvajoya hilbijartinê de derdora netewperest motîve bike, ji bo dengê wan wergire. Ji xwe polîtîkayên wan li gor wê diyar kirine. Tê dîtin ku kurdan ji çavê xwe derxistiye. Hemû mesele, hesab û kitabên denga ye. Ji bo hesabê dengan hemû tişt hatine binpêkirin. Ev vegotin jî têkildarî vê ne. Ajandayeke birêz Erdogan heye. Dibêje heke ez vê bikim dê çi qas deng ji min re bên, heke vê bibêjim ez ê çi qas dengan bi dest bixim. Bi vê vegotinê jî dixwaze di referandûmê de dengên hawirdora netewperest ber bi xwe ve bikşîne. Berê jî gelek caran ev taktîk hatin ceribandin. Mirov dikarê vê bi vî awayî îfade bike. Lê halbûkî Ocalan diyar e. Ocalan xwedî sekneke ku di navbera her tim ji bo çareseriya di navbera gelan de hewl dide. Kesekî xwedî prensîb e. Berbayî şerê rojane nakeve, nayê lîstikên polîtîk. Ji xwe li wir diyar e ku birêz Ocalan dibêje çi. Bi salan bi heyeta dewletê re hevdîtin çêkirine. Hemû tiştên wî tomarkirî ne. Sekna wî bi belge ye."

‘DIXWEST ROJBÛNA XWE WEK CEJNEKÊ...'

Emekçi, gotinên Ocalan ên 'Ez çênebûm, heke çêbûbim jî nejiyame, heke jiyabim jî ji bo azadiyê jiyame' bi bîr xistin û wiha domand: "Birêz Ocalan hemû jiyana xwe, bi gotina wî hemû jiyana fedayî azadiya gelê kurd kiriye. Rojbûyîna xwe jî di çarçoeveyek polîtîk de esas digire. Rasteqîniyeke ku hemû jiyana xwe, 24 saetên xwe fedayî azadiya gelê kurd kiriye. Di vê çarçoveyê de rojbûna xwe esas digire. Wisa rêz dikir, rojbûna min a ewil welidîna ji dayikê, paşê welidîna polîtîk û paşê jî welidîna Îmraliyê. Bi rastî jî li Îmraliyê hemû hewldana birêz Ocalan ev e; Hikûmet û dewleta Tirkiyeyê îknayî çareseriyeke demokratîk bike, yekîtiya gelan a bi pirsgirêk li ser xeteke demokratîk çareser bike û bi vî awayî rojbûna xwe bi cejneke bitac bike. Hemû sebra wî, têkoşîna wî, hemû hewldan wî ji bo vê bû. Lê bersiva vê nehat dayîn. Tirkiye bi tena serê xwe ne dikare şer bike û ne jî dikare aştiyê pêk bîne. Dê vîneke çareseriyê ya wisa derneketana holê. Yê derketanan jî dê bi awayekî bihatanan tasfiyekirin. Herî dawî wiha gotibû. Êdî divê em rojbûna birêz Ocalan di vê çarçoveyê de binirxînin; xebata avakirina pergala modernîteya demokratîk. Dê bi vî awayî watedar bibe."