Kesekê ku 15'ê sal in dengê xwe dide AK Partiyê: Min rastî dît, dibêjim 'Na'

ÊLIH - Welatiyê bi navê Mehmet Selim Yeşil ê ku ji roja AK Partî ava bûye heta niha piştevaniya wê dike û di her hilbijartinê de dengê xwe dide AK Partiyê wiha got: "Tiştên ku îro ew dikin ji yên Tansu Çiller, Mehmet Agar û Kenan Evren xerabtir in. Ji ber vê ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'. Bila êdî hemû kurd vegerin esl û feslê xwe."

Li Êlihê, her ku referandûm nêz dibe rengê dengan jî diyar û zelal dibe. Li kuçe û kolanan, li tax û bazaran, li gund û parkan ji 7'an heta 70 saliyan her kes dibêje "Na" û yek ji van kesan jî welatiyê bi navê Mehmet Selim Yeşil (62) ye ku 15 sal e hur AK Partiyî yee. Yeşil ê ku ji ber piştevaniya AK Partiyê kiriye malbata wî li dij wî derketiye wiha got: "Piştî ku Tayyip Erdogan bû serokomar, her roj leşker û polîs êrîşî bi dehan gundan dikin, malan dişewitînin û dirûxînin. Zarok û jinan qetil dikin, ciwanan digirin. Li gel evqas tiştî ma em ê çawa bibêjin 'Erê'. Em ê di referandûmê de bibêjin 'Na'. Bila hemû kesên deng didin AK Partiyê serî xwe rakin û dengê xwe bidin xwe."

‘ÊDÎ EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM XWE'

Yeşil wiha domand: “Gotin em bira ne, min dengê xwe da wan. Ji îro û pê ve ez ê bibêjim 'Na'. Û ez ê dengê xwe qet nedim wan. Kurdên ku dengê xwe didin AK Partiyê, êdî her tiştî bi çavên xwe dibînin. Ji ber vê bila serê xwe rakin û vegerin esl û feslê xwe, da mirin çênebin û aştî pêk bê. Tirk, elewî û hemû kesên dengê xwe didin AK Partiyê bila êdî rastiyê bibînin û li gor wê tevbigerin."

‘JI AGAR, ÇILER Û EVREN XERABTIR E'

Yeşil, gotina Serokomar Erdogan a demekê gotibû "Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e" bi bîr xist û wiha domand: "Me jî got mirovekî baş e, me bawer kir û dengê xwe dayê. Me got heke Erdogan bê dê çareseriyek çêbibe û wek hev edaletê li her kesî belav bike. Lê belê ji Tansu Çiller, Mehmet Agar û Kenan Evran bêtir tişt anîn serê gelê kurd. Heke çareserî bi şer û mirinê çêbibûna, dê van kesan çareserî bianiyanan. Îro ji van kesan yek jê jî li piyaseyê tune ye. Çi ji kirinên xwe fêm kirin? Tansu Çiler digot ‘Ez ê koka we bînim.' Mehmet Agar jî heman tişt digot. Em aştiyê dixwazin, bila êdî kes nemire, em aştiyê dixwazin. Ji ber vê ez dibêjim 'Na'."